المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : MALBATA PAKREWAN SÎPAN SÎNO WÊNEYÊ BARZANIYÊ NEMIR DIYARÎ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ KIR…

0 111

 

Di roja şemiyê 14.11.2020an de,bi boneya salvegera 4 emîn li ser koçkirina pakrewan Sîpan Sîno û li ser wefadariya ENKSê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê encûmena pakrewan Ciwan Elqutna û xwedîderketina wê li ser pakrewanên xwe,.

Ji ber vê yekê malbata pakrewan Sîpan Sîno serdana xwecihiyê kirin û wêneyê bavê neteweya kurdî Barzaniyê nemir diyarî encûmena xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê kir û spasiya hemû endamên xwecihiyê kirin li ser kar û xebata wan ya bi nirx.

Herwiha malbata pakrewan Sîpan Sîno hatin pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef û cîgerê wî mamoste Eşref Elmele û hin endamên xwecihiyê.

Herwiha Serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef spasiya malbata pakrewan Sîpan Sîno kirin û di derbarê wê de jî kar û xebata pakrewanên Kurd û Kurdistan nirxand.

Di derbarê vê yekê de,birayê pakrewan Sîpan Sîno birêz Selah Sîno ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Bi rastî em wek malbata pakrewan Sîpan Sîno me xwest îsal bi boneya salvegera 4emîn li ser koçkirina pakrewanê me Sîpan Sîno spasiya ENKSê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê encûmena pakrewan Ciwan Elqutna bikin”.

Herwiha Sîno got:

“Ev spasî jî di derbarê kar û xebata ENKSê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê li ser wefadarî û xwedîderketina wê li ser pakrewanên Kurd û Kurdistan yê ku pakrewan Sîpan yek ji wan e.

Ji ber ku her sal xwecihiya bajarê Dirbêsiyê bi vejandina bîranîna salvegera pakrewan Sîpan radibin.

Ji ber vê yekê em hatin serdana ofîsa xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û me wênê bavê neteweya kurd Barzaniyê nemir diyarî encûmena Dirbêsiyê kir û me bi navê malbata pakrewan spasiya wan kir li ser karê wanî bi nirx”.

Wek tê zanîn Pakrewan Sîpan Sîno ji endamên Pêşmergên Kurdistana rojava bû(Pêşmergên Roj).

Ji malbatek welatparêz bû,ji malbata Hemîd Sîno ye ku nasnameya wî bi navdarî ji bo parastina mafê gelê kurd tê nasîn û di hemû serdeman de,wê were nasîn û nayê jibîrkirin.

Ji ber vê yekê yê bi hezaran wek pakrewan Sîpan ê vê rêbaza kurdayetê wê bişopînin.

Piştî ku Kurdistana Başûr hat êrîşkirin ji aliyê rêxistina da’iş a teror pakrewan Sîpan bi hevalên xwe yên pêşmerga re tevlî piraniya lêkdanan bûbû, gelek herêm rêzgar kirin.Lê mixabin dema ji erkê pêşmergatiyê vedigeriya ew û 3 hevalên xwe bi bûyerek terafîkê di roja şemiyê 12.11.2016’an de li ser riya Tel Edes şehîd ketin.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.