المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ : ŞANDEK JI RÊXISTINA AMÛDÊ YA PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ SÛRIYE SERDANA SAZIYA BARZANÎ KIR.

0 149

Di roja şemiyê 14.11.2020an de,şandek ji rêxistina Amûdê ya PYKSê serdana saziya Barzanî kir ya çand û hunerê.

Herwiha rêveberê saziya Barzanî mamoste Niman Gunreş pêşwazî û bi xêr hatina şanda rêxistina Amûdê ya PYKSê kir.

Herwiha Gunreş kar û xebata saziya Barzanî û pêşketina wê di derbarê çand û hunerî de,ji şanda serdan re şirovekir.

Û kar û xebata saziyê xuyakir bi taybetmendiya wê di derbarê fêrbûna ziman Kurdî û şirovekirina wêjeya kurdî,bi taybet helbesta Kurdî.

Herwiha birêz Isma’îl Sînan bi navê rêxistina Amûdê ya PYKSê da xuyakirin li ser kar û xebata saziya Barzanî û rola wê ya giring û bi nirx di derbarê xizmetkariya xwendekarên Kurd li ser fêrbûna zimanê dayikê û pênasiya wêjeya kurdî û ejberkirina helbestên helbestvanên Kurd.
Herwiha Niman da xuyakirin li ser piştgirtiya PYKSê ji saziya Barzanî re û serkeftin ji karê wanî bi nirx re xwest.

Wek tê zanîn Saziya Barzanî ya çand û huner di sala 2012an de,li bajarê Amûdê hat damezirandin û bi dehên xwendekarên Kurd destûrname wergirtin û ejberkirina helebestên helbestvanên Kurd û di pêşiya wan de,Melayê Cezîrî.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.