المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XELKÊN KURDISTANA SÛRIYA NE RAZÎ NE JI BIRYARÊN RÊVEBERIYA BI SER PYDÊ VE | BIRYARA119 WEK NIMÛNE..

0 71

Wek tê zanîn,ji destpêka kirîza Sûrî rewşa xelkên Sûrî pir zahmet û xerab e ji hemû aliyan ve , Û herêmên Sûrî ji aliyê gelek hêzan ve tên birêvebirin .

Lê herêmên Kurdistana Sûrî yên ji aliyê rêveberiya bi ser PYDê ve tê birêvebirin , Ji aliyê xizmetguzariyê û ewlehiyê roj bi roj  ber bi xirabûnê ve diçe.

Ji bilî  Metirsiya Rewşa Ewlekariyê  û barana kêm û metirsiya Veyrûsa koronayê û Qedexeya hatûcûnê , û rêjeya mezin û bilind ji bêkariyê  ,

Lê rêveberiya bi ser PYDê ve,bi ser vê rewşa xerab nirxên hemû cûreyên Sûtemeniyê biha kirin mîna : (Mazot,Benzîn,Gaz û xaz)

û ev bihabûn wê bandorek pir neyinî û nebaşî li ser debara jiyana xelekê ya rojane bike.

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî kurd bi navê bavê Ehmed ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Her diçe rewşa xelkên herêmê ber bi xerbiyê ve diçe,ji ber ku biryarên derdikevin ji aliyê rêveberiya bi ser PYDê ve,armanc jê ku xelkên herêmê yên hîn li herêmên Kurdî mane ew jî koçber bibin”.

Herwiha bavê Ahmed got jî:

“Bihabûna hemû nirxên cûreyên Sûtemeniyê di vê demê de,ev tekez dike ku ev rêveberiya bi ser PYDê ve,ticarî berjewendiyên xelkên herêmê nake ber Çav, bes armanc jê xelkên herêmê bi darê zorê dorpêç bikin”.

Herwiha welatiyekî dî jî bi navê bavê zana ji me re axivî û anî ziman:

“Bi rastî em xwediyê hertişî ne,ji ber ku herêmên me pir dewlemend in , lê em ji her tiştî jî bêpar in , Û ev tişt sedema wê ji ber desthilatdariya yek alî û yek nerîn e “.

Her wiha hin çavdêr dibêjin ku Danûsitendinên Kurdî yên tê kirin di navbera ENKSê û PYNKê de ku herin serî dibe ku rêveberiyek hevbeş çêbibe û rewşê baş bike ..

Ragihandina ENKSê
Raport”ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.