المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA ASAYÎ YA ŞAXÊN BI SER WÊ VE LI DARXIST…

0 67

Di roja duşemê 15.2.2021ê de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve,civîna xwe ya asayî ya şaxên bi ser wê ve li darxist.

di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan Û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

piştre serokê xwecihiyê mamoste Eşref Elmela, bi xêr hatina hemû endaman kir û rewşa rêxistinî gengeşe kir û tekezî li er firebûna şaxê bajar û gundan kir.

Û li ser amedekirina çalakiyên heyva avdarê jî rawestiyan.

Herwiha cîgerê serokê xwecihiyê, mamoste Idrîs Şêx Xelef,rewşa siyasî şirovekir.

hemû bûyerên siyasî yên nû li ser qada Sûriya bi giştî û ya herêmê bi taybet anî ziman.

Herwiha civatê bi taybet li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de gengeşekirin.

Herwiha civat rawestiya bi awayekî berfire li ser rewşa aborî û estengiyên jiyanê di vê qonaxa hestiyar de ya ku gelê me têde derbas dibe,bihabûna nirxê dolar li hemberî lêreya Sûrî.

Herwiha civat rawestiya li ser Eniya Aştî û Azadî û hat diyarkirin li ser firebûna wê ta hemû pêkhatiyên herêmê tevlî wê bibin bi awayekî laşekî opozisyonê  ji bo parastina mafê gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê.

Herwiha di dawiya civatê de,hemû mijarên hatin şirovekirin,ji aliyê hemû endamên beşdar hatin gengeşe kirin bi awayekî zelalmendî.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.