المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji Partiya Yekîtî Serdana Mamosteyan kir , ku ji Girtîgeha PYDê hatibûn berdan ..

0 65

Tê zanîn ku di heftiya derbasbûyî de hejmarek ji mamosteyan hatibûn girtin li Amûdê,Girgê Legê,Derbêsiyê , ji aliyê PYD ê ve, ku ew korsên xwendina rêbazên rêjîmê didin û piştî demekê li girtin û binçavkirin hin mamoste ji zindanên PYD ê de hatin berdan.

Û di vê derbarê de roja 15/2/2021 an,şandek ji Partiya yekîtî kurdistanî- sûriya ,serdana mamosteyên hatibûn girtin û berdan  li bajarê Amûdê kirin.

Û herwiha ev şand bi seroketiya M,”Silêman Oso” sekirtarê partiya yekîtî kurdistanî _ Sûriya ve pêk dihat.

Û herwiha di derbarî vê serdanê de şanda Yekîtî piştgiriya xwe ji bo kar û xebata mamosteyan taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku navçe û herêmên kurdî têde derbas dibin danaxuyakirin , û herwiha ev kiryarên xirab ku têne kirin ji aliyê PYD ê ve li derheqê mamosteyan de şermezar kirin.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.