المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊRIK : ŞANDEK JI RÊXISTINA ASÛR SERDANA XWECEHIYA DÊRIKÊ YA BI SER NKSÊ VE KIR.

0 59

Di roja yekşemê 14.2.2021ê de,şandek ji rêxistina Asûr bi serokatiya Ebdulehed Ebdal û hin ji hevalên rêxistinê, serdana ofîsa encûmena xwecihî ya bajarokê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve kirin.

Ev şand hat pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Welîd Ferman û hin ji endamên xwecihiyê.

Herwiha ev şand endamên xwecihiyê pîrozbahî kirin li ser vekirina ofîsa wan,û dîtin gavek û derfeteke ronahiyê di riya rastiyê û azadiyê de ye.

Herwiha di vê hevdîtinê de,têkiliyên dîrokî dinavbera herdu gelan de,gelê kurd û gelê Asûrê Siryanî,û hemû girêdanên di navbera pêkhatiyên herêmê hatin gengeşekirin.

Herwiha di derbarê vê yekê de jî,tekezî li ser giringiya Eniya Aştî û Azadî ya ku di dema vê dawiyê de,hatibû ragihandin,dinavbera ENKSê û rêxistina Asûr û hin pêkhatiyên din li herêmê,ji bi tekezbûna aktîvkirina dinavbera nerînên ENKSê û rêxistina Asûriya dîmiqrat di helwestên xwe de,û heta helwestên wek hev.

Herwiha şanda serdan,tekez kir li ser giringiya gotina mamoste Kamîran Haco di civata destaya Destûrî de,ya ku nûnertiya siyaseta ENKSê û rêxistina Asûr dikir.

Herwiha di dawiya hevdîtinê de,herdu aliyan tekezî kirin li ser parastina Aşîtiya gelêrî.Û dûbarekirina van serdanên bi nirx.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.