Home / Hevdîtin / Dijwar Tewfîq : Armanca me ku em berevaniyê di ber mafê xwendevan û ciwanan li kurdistana Sûriya de bikin

Dijwar Tewfîq : Armanca me ku em berevaniyê di ber mafê xwendevan û ciwanan li kurdistana Sûriya de bikin

Dijwar Tewfîq endamê nivîsgeha sekreteriya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî _Rojava, û herwiha berpirsê ofîsa çalakiyên werzîşî di ofîsa sekreterê de , û di vê derbarê de li ser rewşa xwendevan û ciwanan li Rojavayê kurdistanê de, malpera ENKS ê hevpeyvînek li gel wî pêk anî.

-Yekîtiya Xwendevanan çi ye, û di kîjan salê de hatiya damezirandin? 

Yekîtiya xwendevana di Sala 11/9/2013 an hatiya damezirandin , û ew rêxistineke niştîmanî û Demoqratî ye, Kar û xebatê dike ji bo xwestek û dozên ciwan û xwendevanan û parastina mafê wan û kar û xebat ya li ser belavkirina Rewşenbîriya kurdistanî.

-Armanc ji damezirandina Yekîtiya xwendevanan çî ye? 

Armanc jê ew e ku berevanî di ber mafê xwendevan û ciwanan li kurdistana Sûrîyeyê de bê kirin, û herwiha de ku xwendevan û ciwan roleke girîng e û bingehîna di avahiya civakê de ne , û ji bo çêkirina rola xwe di hundirê wê civakê de jî, çi tiştê têde peyda dibe, xort û ciwan dikarin pê rabin, wek fêrkirin û belavkirina hişmendiyê û raman hizra netewî ya gelê kurd bi giştî.

 

– Wekî tu berpirse li ser çalakiyên werzîşî di Ofîsa sekreterê de, we çi Karûbarên werzîşî pêşkêş kiriye û çi tîmên we yê werzîşî hene?

Herdem em tekûzî yê li ser hemû endamên Yekîtiyê dikin û em hewl didin tiştê ku ji me tê em alîkariyê bi wan re bikin li ser Karûbar û piştevaniya wan di aliyê werzîşî de û em hemû tiştên ku hewcedarî wê ne ji gerekî yên werzîşî pêşkêş bikini,,Belê, li cem me gelek tîmên werzîşî hene li hemû Navçeyan ji keç û xortan ve..

Tîma goga piyan ji bo keç û xortan (Amûdê).

Tîma goga firokê ji bo keçan(Amûdê).

Tîma goga piyan ji bo xortan (Kurdistan).

Tîma goga piyan ji bo xortan (Derbisiyê).

Tîma goga piyan ji bo keç û xortan (Qamişlo).

Tîma goga piyan ji bo xortan (Serê kaniyê).

Tîma goga piyan ji bo xortan (Hesekê).

Tîma goga piyan ji bo xortan (Girkê legê)..

 

-Çi pirojeyên we di pêşerojê de hene nexasim di warê werzîşî de?

 

Em di Yekîtiyê de herdem hewl dikin ku em xezmet Kariya xwendevan û ciwanan bikin û Karkirin li ser beşdariya wan di jiyana çand û civakî de, ango geşepêdana Karûbar û xwestekên wan bikin, û herwiha di derbarî vekirina xuleyan di hemû waran de ji bo avakirina kadroyan, çêkirina semînarên çandî, û herwiha di warê werzîşî de em hewl didin ku çi tiştên nû hebin pêşkêş bikin ji cureyên werzîşî de, em derfetê herdem didin hemû endamên Yekîtiyê ji keç û xortan ku beşdariyê bibin.

 

Hevpeyvîn :Hêvî Delî

Ragihandina ENKS ê – Qamişlo

About admin

Check Also

SEROKATIYA ZANÎNGEHA HELEBÊ YA AZAD AMADEBÛNA XWE JI BO VEKIRINA BEŞÊ ZIMANÊ KURDÎ RADIGIHÎNE.

Şandeyek ji kesên ku bi karûbarên giştî yên herêma Efrînê re eleqedar bûn, bi amadebûna …

Leave a Reply

Your email address will not be published.