المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xula Duyem ji ezmûnên pola “12” an, bi hemû şaxên dest pê kir.

0 81

Îro roja yekşemê yekê Tebaxa 2021an, li seranserî Sûriyê xula Duyem ji ezmûnên pola “12” an, bi hemû şaxên wê yên wêjayî û zanistî dest pê kirin , û li navendên cûda hatin pêşkêşkirin..

Û herwiha hêjaya were gotin ku îro roja yekşemê , roja yekem ji ezmûnên xula duyem, ku ji demjimêr 8:00 dest pê kir û bi awayekî aramî xwendekar derbasî navendan bûn, û ew ê di dema heftiyekê de ezmûnan pêşkêş bikin ..

Û herwiha her derbarî vê babetê de hêjaya were gotin ku ev ezmûn wek derfetekê ye da ku xwendekar bikaribin pileyên bilind bi dest bixin ..

Û herwiha tê zanîn ku îsal hejmara pêşkêşkarên pola “12”, an , li seranserî Sûriyê di xula yekem de gihiştibû “250” hezar xwendekar, ji wan “126181”, xwendevanên şaxê zanistî bûn û rêjaya serkeftinê gihiştibû 63.79%.

Û “67556” yên şaxê wêjayî bûn û rêjaya serkeftinê gihişta 52.14% û herwiha li “2254” navendî ezmûnên xwe pêşkêşkirin..

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.