المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XISTIN Û SEROK Û DU CÎGIRÊN WÎ HILBIJARTIN.

0 91

Encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya pakrewan Ciwan Elqutina ya bi ser ENKSê ve, li Dirbêsiyê di roja Şemiyê 31.7.2021ê de, civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di destpêkê de kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan, û piştre rapora Ofîsa Karûbarên Encûmenên Xwecihiyan hate xwendin, ji aliyê cîgirê serokatiya xwecihiyê M.Idrîs Şêx Xelef, û rewşa rêxistinî bi awayekî berfire gengeşekirin.

 

Herwiha civat rawestiya li ser bûyerên herî dawî yên siyasî û ewlehî yên li Kurdistana Sûriyê bi taybetî, û Sûri bi giştî .

Herwiha civat rawestiya li ser berdewamiya binçavkirina alîgir û endamên ENKSê, ji aliyê çekdarên bi ser PYDê ve, ku li kolana Kurdî aloziyek mezin çêkiriye, ku hêviya xwe ji îhtîmala ji nû ve destpêkirina danûstandinên Kurdî winda dike.
Yê ku di 17ê meha Tîrmehê de, çekdarên PYDê rojnamevan Mihemed Salih Ahmed li bajarokê Çil Axa, rojnamevan Izedîn Mehmûd li Qamişlo, serokê berê yê encumena herêmî li taxa Kornîş, Mihemed Eyo, û nûçigihanê kanala ARK Barzan Hisên li bajarokê Girikê Legê, û serdegirtina mala endamê komîta siyasî ya PYK-Sê, Weyis Şêxê li Kobanê, ji bilî girtina: endamê PDK-Sê Feramez Abdul Kerîm li Dirkê, û endamek encumena herêmî li Çil Axa Abdulxefar Mihemed.

Di derbarê vê yekê de, M.Idrî Şêx Xelef, tekez kir li ser giringiya serkeftina diyaloka Kurdî – Kurdî ya di navbera PYNKê Û ENKSê de.

Di dawiya civînê de, serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin, ku her sê mehan sîstema dewriyeya serokatiyê dipejirîne. Birêz Umer Emo wek serokê encûmena xwecihî li Dirbêsiyê, û M.Elî Fetah û M. Sû’ad Osê wek cîgirên wî hatin hilbijartin.

 

Birêz Umer Emo, serokê xwecihiyê yê nûhilbijartî, ji malpera me re got ku ew dê bi hemû cidîyetê kar bike ji bo çalakirin û vejandina siyaseta Encûmena Niştimanî li devera bajarê Dirbêsiyê û gundên wê di hemû astên siyasî, rêxistinî û civakî de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.