المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DAR XIST.

0 84

 

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja Şemiyê 31.7.2021ê de, civîna xwe ya asayî li dar xist.

 

Di destpêkê de kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan, û piştre rapora Ofîsa Karûbarên Encûmenên Xwecihiyan hate xwendin, ji aliyê serokê xwecihiyê M.Mihemed Umer Şêxmûs..

Dûvre civîn guftûgo kir li ser geşedanên herî dawî yên siyasî û ewlehî yên li Kurdistana Sûriyê bi taybetî, û herêm bi giştî rû didin.

Herwiha civat rawestiya li ser berdewamiya binçavkirina alîgir û endamên ENKSê, ji aliyê çekdarên bi ser PYDê ve, ku li kolana Kurdî aloziyek mezin û rewşeke neyinî li ser diyaloka Kurdî çêkiriye.Û civatê tekez kir li ser serbest berdana wan bi lez.

 

Di derbarê vê yekê de,civat rawestiya li ser pêşadanên herî dawî li ser diyaloka Kurdî Kurdî ya di navbera PYNKê Û ENKSê de.

Herwiha civat ji aliyekî din jî rawestiya li ser rewşa Der’eyê û binpêkirinên di derheqên nişteciyên wê de, ji aliyê rêjîma Sûrî.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.