المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Pîştî xwepêşandan û grevên gelêrî biryara 119 hat betalkirin ..

0 79

Îro Çarşemê 19ê Gulanê, û Pîştî xwepêşandan û grevên gelêrî li herêmên Kurdistana Sûrî rû dan, li dijî biryara 119 ku rêveberiya PYD’ê nirxên sotemenî bilind kir bi rêjeya 300%, rêveberiya PYD’ê vê biryarê betal kir.

Mangirtin û xwepêşandan hatin li darxistin li herêmên kurdî li Kurdistana Sûriyê li dijî biryara 119 a di roja 17 ê Gulanê de, ji aliyê rêveberiya xweser ve ya bi ser PYD ê ve hat destnîşankirin derbarî bilindkirina nirxê madeyên sotemeniyê .

Ku ev yek bû cihê karvedanek mezin û pirsgirêk li cem hemwelatiyan ku nerazîbûna xwe li dijî wê nîşan dan, ji ber ku metirsiyek li ser jiyana xelkê çêdike û xeta hejariyê zêdetir dike û wiha dane xuyakirin ku mangirtin û xwepêşandan wê berdewam be heta ev biryara 119 were hilweşandin.

 

Û her piştî qerbalxiyek li cem hemwelatiyan çebû û daketin xwepêşandanan, ev biryar îro 19 ê Gulanê hat rakirin, û kirîn û firotina sotemeniyê bi nirxê berê were çîbiçîkirin, heta ku biryarên nû were dayîn..

 

Û herwiha tê zanîn ku Duh 18 ê, Gulanê, ENKS ê, di vê derbarê de daxuyaniyek ragihand raya giştî û têde ev biryar şermezar kir û red kir û daxwaza betalkirina vê ê biryarê kir ….

 

 

 

Ragihanda ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.