المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XELKÊN BAJARÊ EBÛ RASÊN BÊ HÊVÎ BÛNE KU VEGERIN XANIYÊN XWE.

0 87

Li gorî zaniyariyan û şopandina nûçegihanê me di derbarê liv û tevgera herêmên Kurdistana Sûriye, piştî êrîşkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve li ser herêmên Kurdistana Sûriyayê .

Tê diyarkirin ku bi taybet herêma Zirgan wekî bajarê Ebû Rasên, liv û tevgera wê kêm bûye, ji ber ku xelkên wê bê hêvî bûne ji bo ku vegerin xaniyên xwe, ji ber ku ta niha jî her demekê bajarê Ebû Rasên û gundewarê wê tê topbarankirin ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve.

Di derbarê vê yekê de, çavkaniyekî taybet ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:”Bi rastî xelkên bajarê Ebû Rasên hêdî hêdî vedigeriyan xaniyên xwe û liv û tevgera bajarê pak dibû.

Lê mixabin bi taybet, dema di roja duşemê 27/7/2020an de, ku bajarê Ebû Rasên ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Turkiya ve, hat topbarankirin, malbatên ku dixwestin vegerin xaniyên xwe dîsa bê hêvî bûn ku vegerin malên xwe .

Her wiha li gorî zaniyariyên taybet ,hin ji malbatên ku vegeriyabûn xaniyên xwe li bajarê Ebû Rasên dîsa ji xaniyên xwe derketin û dixwazin li gudewarê Dirbêsiyê bi cih bibin.

Hêjaye gotinê ku xelkên Bajarê Ebû Rasên hêdî hêdî vedigeriyan xaniyên xwe û liv û tevgera bajarê baştir dibû, lê dema ev êrîşên hovane bi rengî ku topbarankirin tê kirin û dibe cihê metirsiyê li cem xelkên herêmê ji ber vê yekê xelkên herêmê bê hêvî dibin li ser vegerê.

Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.