المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NIRXÊ GENIMÊ PAQIJ, JI GENIMÊ GEMAR KÊMTIR TÊ BIHA KIRIN

0 106

Piştî ragihandina nirxê genim ȗ ceh ji aliyê Desteya Çandiniyê ya bi ser Rêveberiya Xweser ya bi ser PYD’ê ve , ku kîliya genim bi 225 lêreya Sûriye)hatibû bihakirin, ew jî ku genimê herî baş be, cotkarên deverê nerazîbȗna xwe diyar kir bûn ȗ digotin , ku mesrefa çandiniyê giran e ȗ nirxê berheman pir kêm e.

Loma piştî gazinên cotkaran li herêma Kurdistana Sûriya, nirxê genim ji bo hilberîna vê sala 2020an (kîliya genim bi 17sint ji dolar )hat ragihandin.

Ev tê wateya ku li gorî bihabûn û erzanbûna nirxên dolar wê genim ji cotkaran bê kirîn.

Lê xerciya li yek donimê zeviyên genim yê cotkar lê daye, pir erzan e û ji par erzantir e bi gelekî.

Li gorî şopandina nûçegihanê me di derbarê vê yekê de, pirsgirêka herî diyar di nav cotkarên herêma Kurdistana Sûriya de, genimê herî baş, ji genimê herî ne baştir bi nirxekî kêmtir tê kirîn ji cotkaran.

Di derbarê vê yekê de, çotkarekî ji gundewarê Dirbêsiyê Mahmûd Hisên Mamê ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:”Di destpêkê de ez Karim bêjim min jiyana xwe bi giştî di çandiniyê de derbas kiriye, lê sal bi sal em xwesteka xwe bi par tînin, li gorî nirxên berhemên zeviyên me”.

Her wiha Mamê axaftina xwe berdewam kir û got:”Bi rastî dema wekî hatiye xuyakirin nirxê genim ê îsal (kîlok genim bi 17sinta ji dolarekî )hatiye ragihandin pir erzan e li gorî par û bihabûna nirxê dolar”.

Her wiha Mamê anî ziman û got:”Li gorî bihabûna nirxên dolar û pêdiviyên pêwistiya jiyanê ta cotkar karibin berdewamiya çandiniyên xwe bikin gerek bi kêmasî nirxê kîlok genimê îsal ji cotkaran bihata kirîn bi (700 lêreyên Sûriye)”.

Her wiha cotkar anî ziman û got:”Lê tiştê herî balkêş û cihê mixabiniyê ye, dema genimekî ji pileya yekem ji genimekî pileya çarem bihabûna wî kêm tir tê li gorî 17sinta Ji nirxê dolar, ji ber ku ev tê wateya ku karmendên li ser kirîna genim disekinin ne pispor in, ji ber ku divê li ser barnamaya yekem bihata mesrefkirin ta her genimek li gorî paqijbûna xwe bihata bihakirin”.

Hêjaye gotinê ku li seranserî herêmên Kurdistana Sûrîyeyê cotkar bi giştî ne razînin ji nirxên genimê îsal, wekî tê zanîn piraniya xelkên herêmê debara jiyana wan li ser çandiniyê ye, û sal bi sal cotkar dikevin kêmasiyê, ji ber vê yekê divê piştevaniya cotkaran bibe di derbarê çandiniyê de.

Ragihandina ENKSê

raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.