المجلس الوطني الكوردي في سوريا

salvegera şeşemîn li ser şehîdbûna pêşmerge, Hejîr “Mihemed Emîn

0 104

Îro roja pêncşemê” 6″ ê tebaxa “2020 ” an, salvegera şeşemîn li ser şehîdbûna pêşmerge, Hejîr “Mihemed Emîn “, ve derbas dibe, ku di roja “6/8/2014 ” an de, di encama şerê dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst ya Daîşê, û di wî şerî de pêşmerge “Hejîr ” canê xwe ji dest de û kir qurbanî ji bo parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan li gundê Til Kêf, bendava Mûsilê .

 

Û herwiha çend zaniyarî ser vî pakrewanî :

 

 

_Pile : Neqîb

_Jidayîkbûn : Rojhilatê Kurdistanê

_Cihê şehîdbûnê: 6/8/2014, gundê Til Kêf.

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku Hêzên pêşmergeyên Kurdistana sûriyê yên leşkerê roj, di “12” ê Avdara “2012 ” bi serpirştiya serok Mesûd Barzanî hate Damezirandin, û di bin ala Kurdistanê de û mil bi mil bi pêşmergeyên herêmê re şerê tund di rûbirûbûna rêxistinên terorîstê kirin.

 

Û herwiha Hêzên pêşmergeyên leşkerê roj bi qehremaniya xwe bi roleke ber çev di şerê tevgerên terorîst de destanên dîrokî tomar kirin, û bi şanazî bi dihan keç û xortên pêşmerge canê xwe kirina qurbanî ji bo parastina xaka pîroz ya Kurdistanê.

 

Û herwiha tê zanîn ku şehîdê pêşmerge “Hejîr Mihemed Emîn “di Sala” 1980″ ‘ li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîkbûya, û di nava refên pêşmerge yên leşkerê roj Cihê xwe digirt, û di roja” 6″ ê tebaxa “2014 ” di şerê rêxistina terorîst yên Daîşê li bendava Mûsilê li gundê “Til Kêf” şehîd bû û canê xwe ji dest de..

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.