di roja duşemê 3.5.2021ê de,encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya bi ser ENKSê ve,piştî rawestandina civînan,ji ber veyrûsa korona civîna xwe ya asayî li darxist , û têde Serokekî nû û 2 Cêger hatin hilbijartin.
Di destpêka civînê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .
Herwiha cêgerê Serokê xwecihiyê mamoste Idrîs Şêx Xelef rawestiya li ser rewşa rêxistinî.
di derbarê rewşa rêxistinî de,rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû yên hatibûn derandin ji aliyê Emendariya giştî ya ENKSê ve.
Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî gengeşekir,di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bicihênana wê di nava cemaweran de.
Û tekez kir li ser Pabendbûn û beşdarbûna civatan , Bi taybet beşdarbûn ji bo bone û helkeftan .
Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûsitendinên Kurdî di navbera ENKSê û PYNKê de.
Û civat rawestiya li ser serdana şanderê Emerîkî li herêma Kurdistanê û hevdîtina wî bi destaya serokatiya ENKSê re li bajarê Qamişlo.
Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî,bi taybet piştî daketina nirxê lêreya Sûrî li hember nirxê Dolarê Emerîkî û estengiyên jiyanê bi taybet di vê sala hişkbûnê de.
Herwiha ji aliyê beşdarbûynan ve hemû mjar hatin şirove û gengeşekirin .
Di dawiya civatê de,serok û du cêger hatin hilbijartin.
M.Wezna Oso bû Seroka xwecihiyê
û 2 Cêger jî hatin hilbijartin ew jî M.Idrîs Şêx Xelef û M.Hêvî Elmela ,
Û hin ofîs jî hatin sazkirin yên bi ser xwecihiyê ve.
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah