المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZÎ YA KURDÎ LI SÛRÎ..

0 63

Di roja şemiyê 1ê heyva gulanê sala 2021ê de,hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûrî civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li darxist.

Di derbarê naveroka civatê de, endamê hevrêziya giştî yêTevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûrî,M.Mesûd Sêfo, ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûrî civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna hevrêzê giştî mamoste Fêsel Yûsif, li darxistin û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk, di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan.

Herwiha civatê hemû bûyerên dawî yên siyasî  li ser qada herêmê û li ser qada Sûrî bi giştî şirovekirin û gengeşekirin.

Ya ku hîn kirîza Sûrî berdewam e,û estengî li hember pêvajoya çareseriya siyasî hene li gorî biryara civaka navdewletî 2254 ya ku ji bo çareseriya siyasî ya giştî ji kirîza Sûrî,û bi dawîkirina rêjîma sitmkar û yekalî.

Ji ber ku estengiyên jiyana gelê Sûrî zêde dibe ji aliyê aborî,civakî û tenduristî û belavkirina veyrûsa korona û bi taybet pîştî daketina nirxê lêreya Sûrî li hember hemû nirxên perên biyanî bi taybet dolarê Emrîkî,û hîn gelê Sûrî tê wêrankirin,koçberî û penaber dibe û rêjeya belengaziyê û xizaniyê  pir dibe.

Ya ku giring e, divê civaka navdewletî bi erkê xwe rabe bilez alîkariya gelê Sûrî bike ji aliyê Siyasî û mirovahî.

Û civatê tekez kir li ser giringiya yekrêziya opozisyonê li gorî daxwazên gelê Sûrî û berjewendiyên wê “.

Herwiha Sêfo got jî:
” Civat bi awayekî berfire, rawestiya li ser binpêkirinên komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve Û guhertina dîmixrafî li herêmên Kurdî (Efrîn,Girê Sipî û Serê Kaniyê) û hevrêziyê hemû ev karên xerab bi tindî şermezarkirin.Û tekez kir li ser cezakirina tewanbaran û divê hemû penaber û koçber vegerin li ser mal û milkên xwe di bin çavdêriya civaka navdewletî bi dabînkirin û qerebokirina ziyandaran jî bibe.

û ji aliyekî din jî, hevrêziyê tekez kir li ser giringiya xurtkirina rola ENKSê û pêşketina wê di nav cemaweran de,û kar li gorî pirogiramê wê yê siyasî û rêxistinî bibe”.

Herwiha Sêfo got jî:

” Civat rawestiya li ser yekrêziya yekhelwesta Kurdî di derbarê danûsitendinên Kurdî yên, di navbera ENKSê û PYNKê de,û beşdarbûyan dît ev destkeftin giringe li ser asta niştîmanî di aliyê yekbûna opozisyonê de û xurtkirina rola tevgera Kurdî li ser hemû astan.
Û ev yek jî tê xwestin bi rakirina hemû estengiyan li pêşiya danûsitendinan ji aliyê PYDê ve,ta ev danûsitendin di demek nêzîk de destpê bike.

Herwiha civatê ji aliyekî din jî,tekezî li ser giringiya parastina aştiya gelêrî kir,
û tekez kirin li ser giringiya pêxistina Eniya Aştî û Azadî wek formek hêzek niştîmanî ji bo pêşxistina çareseriya siyasî li Sûrî û avakirina têkiliyên baştirîn di navbera hemû pêkhateyan û pişkdarî bi hemû hêzên opozisyonê re,ta bicîbicîkirina biryarên civaka navdewletî “.

Herwiha Sêfo, anî ziman û got:”Hevrêziyê rewşa rêxistinî di nava welat û li derve gengeşekirin û bi awayekî erênî hat nirxandin,di derbarê civatên hevrêziyên herêman de,di dema derbasbûyî de.Û hevrêziyê tekez kir li ser berdewamiya vî karî,ji bo pêşketina rewşa rêxistinî”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.