المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Dîsa Teror berê xwe dide Kurdistanê, û 3 Pêşmerge canê xwe kirin Qurbanî ji bo parastina xaka pîroz..

0 60

Di roja şemiyê “1” ê Gulanê ,li sînorê pirdê çekdarên Daişê êrîşî xaleke Pêşmerge kirin û şer di navbera Hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst ya Daişê de derket.

Û herwiha di encama vê şerê de û di rûbirûbûna rêxistina Daişê de ” Sê” pêşmerge şehîd ketin û “2 ” birîndar bûn.

Û herwiha navê wan şehîdan ev in:
– Neqîb: Piştwan Zirarî.
– Hêmen Yehya.
– Idrîs Behrem.
_ Hemîd Ismaîl.

Û herwiha di derbarî vê êrîşê de ,Serok Hikûmeta Herema Kurdistanê”  Mesrûr Barzanî” di derbarê êrîşa DAIŞê ya li ser hêzên Pêşmerge peyamek belav kir û têde ji bo Peşmergeyên şehîd sersaxî xwest û got  :

“Mixabin şeva borî di encama êrîşa terorîstên DAIŞê de bo ser Hêza Pêşmerge li Pirdê, çend Pêşmerge şehîd û birîndar bûn.
Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdan dikim û hevbeşê xema wan im, ez hêviya başbûnê bo birîndaran dixwazim.”

Serokwezîr bal kişan ser gefên DAIŞê û dibêje  :

“DAIŞ careke din xwe bi rêk dixe gef û metirsiyeke rasteqîneye li çend navçeyên Iraqê, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku sûdê ji valahiyên ewlekariyê dibîne.

Ji ber wê em tekezî li ser cîbicîkirina hevahengiya ewlekariyê di navbera Artêşa Iraqê û Hêza Pêşmerge de dikin.”

Mesrûr Brazani di berdewamiya peyama xwe de wiha ragihand :

“Herweha berdewambûna rahênan û hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî. Bo têkşikandina yekcarî ya DAIŞê û nemana gef û metirsiyan bo ser ewlekariya Kurdistan û Iraqê bi giştî, mana wan li Iraqê bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê bi giring û pêwîst dizanin.”

Û tê zanîn ku Şeva borî li sînorê Pirdê û li nêzîkî gundê Qayabaşî, çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke Pêşmerge kirin û şer derket, di encamê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Her wiha Daişê êrîş kir bi ser çend xalên Serbazî yên artêşa Iraqê li hin parêzgehên Iraqê.

 

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.