المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WEZÎRÊ DERVE YÊ QETERÊ PÊŞWAZIYA SEROKÊ ENIYA AŞTÎ Û AZADIYÊ KIR.

0 73

Wezareta Derve ya Qeterê derbarê pêşwazîkirina cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, Serokê Eniya Aştî û Azadiyê Şêx Ehmed El Cerba de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin

:Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al-Sanî îro bi Serokê Eniya Aştî û Azadiyê ya opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Asî El-Cerba re ku niha serdana wî welatî dike, civiya.
Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên kirîza Sûriyê hatin nirxandin.

Di hevdîtinê de cîgirê serokwezîr û wezîrê derve helwêsta dewleta Qeterê dûpat kir ku çareseriya kirîza Sûriyê divê li gor daxuyaniya Cenêv 1 û biryara 2254 ya Encûmena Ewlekariyê bibe çareseriyeke siyasî û tekezî li ser giringiya wê yekê kir.

giheştina agirbesteke berfireh ku dibe alîkar ji bo hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê.

Hêjayî gotinê ye ku Eniya Aştî û Azadiyê ji Şepêla Sûriyê Sibe, Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk, Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encumena Erebî li Cezîrê û Firatê pêk tê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.