المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊRIK : YEKÎTÎ KURDISTANÎ SEMÎNAREK DIYALOGÊ LI SER PÊŞXISTINA MÎKANÎZMA KARÊ ENKSÊ,LIDARXIST.

0 93

Li ser vexwandina rêxistina Dêrikê ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê, di roja Şemiyê 15.1.2022an de,li ofîsa partiyê li bajarê Dêrikê semînareke diyalogê bi beşdariya partiyên encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve û kesayetên serbixwe û rewşenbîr hate lidarxistin.

Herwiha,Semîner bi rêveberiya “Leyla Qemer” hat bi rê ve birin, û pirs ji amadebûyan kirin ji bo gotûbêjê,

û li ser mijarên girêdayî çawaniya avakirina avahiyeke bihêz ku daxwazên kolana kurdî pêkbîne, ji bilî şert û mercên niha ya derbarê rewşa siyasî li Kurdistana Sûrî.

Di serî de, amadebûyan bi destêwerdanên xwe li ser mîkanîzmayên nû ji bo pêşxistina Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji aliyên rêkxistinî, siyasî, ragihandinî û yên din gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye, ku gelek çalakî û civînên bi vî rengî li çend deveran di bin çavdêriya Nivîsgeha Vejîn û Perwerdeyê û rêxistinên Partiya Yekîtî ya Kurdistanê de hatin lidarxistin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.