المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji Rêxistina Duhokê ya PDK-S ê serdana malbata Şehîd “Mihemed Emîn Silo ” kir ..

0 85

Îro roja sêşemê 18ê çileya 2022an, bi boneya salvegera 5 emîn ya şehîdbûna pêşmerge ” Mihemed Emîn Silo ” Rêxistina Duhokê ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan – Sûriya ve, bi amadebûna endamê komîta navendî û berpirsê Rêxistina Duhokê û Faydê M” Hacî Kalo” û herwiha  M, ” Mihdî Hisên” endamê desteya rewêjkarî û hejmarek ji endamên komîta herêmî serdanda malbata pakrewan ” Mihemed Emîn Silo” kirin ….

Û di derbarî vê serdanê de M,” Hacî Kalo” gotinek pêşkêşkir û têde rol û mêrxasiya pakrewanên pêşmergên qehreman ku bi mêranî berxwedan dikirn û canê xwe ji bo parastina milet û xaka kurdistanê kirin qurbanî..

Û ji aliyê xwe ve malbata pakrewanê pêşmerge ” Mihemed Emîn ” spasiya şanda PDKSê kir derbarî vê serdanê de û herwiha tekez kirin li ser kar û xebata xwe ser rêbaza Barzaniyê nemir û berdewamiya wan li ser vê rêbaza pîroz ..

Û tê zanîn ku di roja 18ê çileya 2017an de , pêşmerge “Mihemed Emîn Silo ” di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistinên terorîst yên Daîşê de li Herêma kurdistanê li bendava Musilê de canê xwe kir qurbanî…


Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.