المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Werzê xwendinê di 13ê vê mehê dest pê dike

0 117

Roja yekşemê” 13″ ê , êlûnê, li gorî biryara wezarata perwerde ya Sûriyê ragihandin ku werzê yekem ya sala nû ya xwendina 2020- 2021 , ji pola “1” ê ta “12 “an , li seranserî sûriyê dawama şagirtan bi fermî destpêkê .

Û li ser vê mijarê mamosteyekê ziman didê xwendevanên asta navendî bi navê Wefa Îbrahîm , ji malpera ENKSê re ragihand û anî ziman: ku îro roja yekem bû ji destpêkirina dewam ê rêveberiyê û mamosteyan, û herwiha amaje pê kir ku dibistan hatin vekirin piştî standina rêkarên taybet ji bo rêgirtinê ji belavbûna nexweşiya koronayê û xweparastina şagirtan bi mercên danîna maskan û kêmbûna hejmara şagirtan di refê de .

û herwiha berdewam kir ku di “13” ê mehê de dibistan bi awayekî fermî li pêşiya xwendevan û şagirtan wê vebin û dewam destpê bike û ev yek li gorî biryara wezareta perwerde hatî ragihand..

Û herwiha anî ziman ku em wekî mamoste hêviya saleke xwendinê bi aramî dûrî nexweşiyan derbas bibe, û serkeftin û pêşketinê dixwazin li ser berdewamiya wan di xwendinê de..

Û her di vê derbarê de şagirt jî amadekariyên xwe dikin ji kirîna pêwîstiyên dibistanê mîna cil û berg û pirtûkên xwendinê, ji bo pêşwaziya werzê yekê ya sala nû ya xwendinê bikin…

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.