المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ELÎ FETAH: YÊN PIROPAGINDÊN METIRSIYÊ DERDIXIN YEKHELWEST Û YEKRÊZIYA KURDÎ NAPEJIRÎNIN.

0 95

Nivîskar : Elî Fetah

Di van rojan de, û berî wê jî li ser rûpel û malperên ragihandina civakî, nûçeyên metirsiyê tên ragihandin, di derbarê liv û tevgera artêşa Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, û Rûsiya û artêşa Sûriya jî ber bi herêmên Kurdistana Sûriye de dilivin, wek (Dirbêsiyê, Kobanê û hin deverên din wek Ên Îsa)..Ev piropagindên xerab dibe cihê metirsiyê li cem xelkên herêmê û xelk dikevin warê haziriya koçber bûnê ta ber bi cihê aramiyê de herin ta jiyana xwe berdewam bikim bi aramî.

Ji ber ku dibînin tiştên ku tê serê gelê Kurd nişteçiyên resen li Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê , Gundewarê bakurê Til Temir gundewarê rojavayê bajarokê Ebû Rasên yê bi xeta Zirganê tê nasîn. Wek wêrankirin, revandin, dîzîkirin, şewitandin û kuştin… wiha ji aliyê komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve.

 

Wekî tê zanîn, di derbarê liv û tevgera herêmên Kurdistana Sûriye, piştî êrîşkirina Turkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve li ser herêmên Kurdistana Sûriye.

 

Tê diyarkirin rêkeftinên di navbera Tirkiya û Rûsiya û di navbera Tirkiya û Emerîkan û bi hevrêziya di navbera Rûsiya Û Emrîkan de, hemû ev rêkeftin hîn tên bi kar anîn û dewriyatê wan yên ezmanî Û li ser ruyê erdê jî tên xuyakirin. Û ew rêkeftinana di derbarê agirbestê , û sekinandina êrîşkirina Tirkiya li ser herêmên Kurdistana Sûriya de ne.

 

Ji aliyekî din, ev tê wateya ku xelkên herêma Kurdistana Sûriya, nema baweriya xwe bi welatên xwedî hêz û bandor tînin mîna Emrîka û Rûsiya ji ber ku her yek li gorî berjewendiyên xwe li herêmên Kurdistana Sûriya liv û tevgerê dikin.

 

Ji ber ku şêwê karê Tirkiya û komên terorîst yên bi ser wê ve, bi serê xelkên herêmê tînin, di ti serdema de nehatiye bi kar anîn, wekî ava vexwarinê li ser zêdeyî hejmara milyon mirovî qut dike li bajarê Hesekê û bajarokê Til Temir û gundewarê wan ev tenê bes e, ku civaka navdewletî li ser bisekine, lê mixabin hemû karên xerab tên bi kar anîn û civaka navdewletî bêdeng e. Ji ber vê yekê xelkên herêmê bê hêvî bûnê ji rêkeftinên hatin kirin.

 

 

Lê ev piropagindên ji her demekê û demekê tên ragihandin û dibe cihê metirsiyê li cem xelkên herêmê, ev vedigere li ser erkê berpirsiyarên sererast ta xelkên herêmê bi awayekî Zelalmendî wan li ser rewşê bide nasîn, û bi taybet herdu welatên xwedî hêz Emrîka û Rûsiya divê li ser van mijaran bi awayekî berpirsiyarî li ser bisekinin ta xelkên herêmê bi aramî jiyana xwe berdewam bikin.

 

Lê divê hemû xelkên herêmê bi taybet aliyên siyasî, rewşenbîr, hişmendî û civaknasî yên xwedî bandor xwe bibînin cavdêr û berpirsiyr ta bi zelalî li hember van piropagindan û nûçeyên xerab yên metirsiyê dixin nav xelkên herêmê bisekinin, Ji ber ku berê rewşa xelkê xerab e û nexweşiya veyrûsa korona jî hatiye belavkirin, divê arîş û derdên xelkên herêmê zêde nekin.

 

Û wekî tê zanîn di vê demê de, danûsitendinên kurdî-kurdî tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de, û ev danûsitendin ta niha gavnî erênî hatine avêtin, û li gorî van gavên erênî wê di demek nêzîk de bê ragihandin ji nerîna giştî re, ji ber vê yekê jî ev xwediyên van piropagindên xerab û nûçeyên ne rast van danûsitendinên Kurdî ji bo yekhelwest û yekrêziya Kurdî napejirînin, em bi hêvî ne ku xelkên herêmê bi awayekî hişmendî û berpirsiyrî li ser van mijaran bisekinin, ji ber ku ev qonaxa ku em têde dijîn pir hestiyar e û pêwîstî bi hevgirtina hemû pêkhatiyên di herêmê Kurdistana Sûriya de heye.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.