المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : XELK DIBÊJIN XWEDIYÊ VAN PIROPAGINDAN NAXWAZIN XELIK BI ARAMÎ JIYANA XWE BERDEWAME BIKIN

0 75

Wek tê zanîn bajarê Dirbêsiyê bi sînorê Kurdistan bakur ve ye,xeta hesin ya Tirênê di navbera Dirbêsiya Kurdistana Sûriya û Dirbêsiya Kurdistana Bakur de ye.

Wêne ji Bajarê Dirbêsiyê

Lê piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,bi ser herêmên Kurdistana Sûriye de, rewşa xelkê herêma Kurdistana Sûriya bi metirsî jiyana xwe berdewam dikin bi taybetî ew deverên ku ketin di Aniya şer de ,

Ji ber her ji demekê û demekê Tirkiya gefan dide,bi êrîşkirina herêmên sînorî,

Û ji aliyekî din jî liv û tevgera artêşa Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve, bi nerîna çavan tên xuyakirin ji aliyê xelkên bajarê her du Dirbêsiyan.

Û dema piropagindên metirsiyê belav dibin xelkên herêmê ditirsin û xwe didin alî ji tirsa êrîşkirina
Tirkiya.

Di derbarê vê yekê de,mamosta Wezna Osê seroka ofîsa jinê ya bi ser xwecehiya bajarê Dirbêsiyê ve ya ENKSê , ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Ev piropagindên li ser rûpel û malperan yên dihatin belavkirin,di derbarê dagirtina artêşa Tirkiya li ser sînor,ji bo êrîşkirina bajarê Dirbêsiyê ji aliyê hin kesên xerab û nexweş , ta ku wan katijmêra êrîşkirinê destnîşan kirinbûn bêyî ku li rasteqîna vê mijara ne dirist vegerin bê berpirsiyarê ev nûçeyên ne rast belavdikirin”.

Herwiha Wezna Osê got:

“Armanca van kesên xerab ev aramiya li bajarê Dirbêsiyê heye livandinê têxe nav welatiyan û zextê li derûniya wan bikin ta ji malên xwe derkevin Û ev piropagind dikevin xizmetkariya dijminên Kurdan”.

Herwiha Wezna di dawiya axaftina xwe de anî ziman û got:

“Ez bangeweziya hemû nişteçiyên bajarê Dirbêsiyê dikim ku xwe bi xaka xwe bigirin û tiçarî ji dev xaniyên xwe bernedin, Ji ber ku ez dibêjim yên ku xwe girtin ji ber mirin, seqem, birçîbûn Û tîbûnê kiriye ev nûçeyên ne rast wê nikaribe wan ji cihê wan bileqîne”.

Her wiha Mamoste Mehmûd Mihemed ji bajarê Dirbêsiyê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:

“Bi rastî berî vê piropaginda dawî bi awayekî ne sererast li ser rûpela dihat ragihandin bi hazirkirina Oporisyonekê ev jî dibe alîkar ji bo van piropagindên xerab û nûçeyên ne rast,

Ji ber xwediyên van piropagindan naxwazin xelkên bajarê Dirbêsiyê bi aramî jiyana xwe berdewam bikin,

Û hin alî jî sûdê ji van nûçeyên ne rast dikin, Û hûn dibînin xelk anha bi awayekî aram jiyana xwe berdewam dikin û ti bingeh ji van nûçeyên xerab tine ye, Û dema em Wiha  dibêjin ne tê wateya ku baweriya me bi Tirkiya tê”.

Hêjaye gotinê ku heke xwediyên van piropagindên xerab û nûçeyên ne rast xwe dibînin dilêşê gelê xwe, divê li ser rûpelên xwe mûçeyên ne rast belav nekin û û pêwîste gavên erênî belav bikin yên hatine avêtin di derbarê danûsitendinên di navbera ENKSê û PYNKê de ji bo yekhelwest û yekrêziya Kurdî ta aramiyê li cem xelkên herêma Kurdistana Sûriya peyda bikin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.