المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Welatiyên Qamişlo Gazin dikin ji Nirxan di meha Remezanê de …

0 75

Bi helkeftina hatine meha remazanê, tevgera welatiyan di nava bazara Qamişlo de zêde dibe ji bo kirîn û firotina kerestên xwarinê û pêdiviyên  vê mehê,

lê ji rexekî dî ve ,  di derbarî vê mijarê de hemwelatî  gilî û gazinan dikin ji  ber buhabûna nirxên hemû alavan û karsetan û pêdawîstiyên remazanê, weku buhabûna nirxê, Goşt û şînî û kerestên xwarinê,

û ji ber vê yekê li ser şopandina Nûçegihana me  di vê mijarê de ,  hemwelatiyek ji me re  afivî û anî ziman û got : ” bi hatine heyva Remazanê gelek raserî li ser nirxê alavan hatine kirin û gelek ji welatiyan xwedan rewşake aborî hejar in û kêm mûçe û dirav in ,  êdî ew nikarin bi vî nirxê buha hemû pêdawîstî û xwestekên meha remazanê bi dest bixin “.

Paşî gotina xwe berdewam kir û bangek ji firoşkaran re bankir û got :”  em dixwazin alîkar bin bi vî milatî re û taybetî di vê rewşa aborî ya zehmet de ,  ku milet têde derbas dibin , Lê her wiha sedema sereke ji buhabûna nirxên alavan êdî girêdaye  bi bilindbûna nirxê Dolar , û bi vî awayî ev yek dibe sedemek ku bandoreke nerênî  li ser jiyana welatiyan ya rojane dike û tevgera xelkê li bazarê kêm dibe”. ..

Raport :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.