المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PATOZÊN ÇINÎNA ZADAN LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ TA NIHA BÊ DENG IN Û DEST BI KAR NE KIRINE ….!!!

0 108

Wek tê naskirin , li rojavayê Kurdistanê,her sal di dawiya meha Nîsanê û serê Gulanê de,li seranserî rojavayê Kurdistanê,dengê patozan di nav zadên Kurdistanê de dihat , bi lev û tevger bûn ,  bi taybet zadê ceh , Ji ber ku Ceh zû hişk dibe û pêwîste were çinîn , lê îsal ji ber pirbûna rêjeya Baranê hişt  çinîna ceh bi  paş bikeve ,û ziyanên mezin gihiştiye zeviyên cotkaran,li rojavayê Kurdistanê,

Ji alîkî dî be bi hezarê Doniman ku cotkar  kiribûn ew têk çûn  mîna(Nîsk,Baqil ,Nok,Şolik û Kemûn…..wih)

ew jî  ji sedemên nexweşiyan û ji recekî dî jî sedema Zîpik û Teyrok Barîn , ev yek li gorî şopandina peyamnêrê me li herêma Dirbêsiyê û gundewarê wê,bi taybet xeta deha wek tê naskirin  li seranserî sînorê Kurdistana Rojava û Kurdistana Bakur,

Lê zeviyên şûna ceh her sal di vê demê de,patozan dest bi çinîna ceha dikirin , lê îsal hîn patoz bê deng in  û dest bi kar ne kirine , Li gorî şopandina peyamnêrê me,di vî warî de ji ber pir bûna barandina baranê  û berdewamiya wê li ser hev,hişt ku giya ango pincarên cûda di nav zeviyan de şîn bibin ,bi taybet zeviyên Ceh dema tu li hin zadên ku c

Ceh in temaşe dikî,tu nizanî ku ev zevî şûna ceh e,ji ber giya û Rûrek û pincarên cûda ku dirêj bûna ew  bi ser ceh dikevin  û yê dereng jî ev pincarên nû şîn hatine hişk bibe.

Ji ber vê yekê xwediyên patozan destên wan li ser heve û li rewşê temaşe dikin.
Di der barê vê rewşê de nûçegihanê me hin Cotkar û xwediyên patozan dîtin û axaftin bi wan re kir.
Welatiyekî bi navê “Hac Hesen”

ji gundewarê Dirbêsiyê ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman:”Her sal patoza Ceh li cem min di dawiya meha nîsanê dest bi çinîna ceha dikir, Lê îsal ta niha ne xuyaye,ji ber sedemên Baranê “.

Her wiha Hesen anî ziman û got :”  ji alîkî dî  jî giyayên ku di nav Ceh derketine bi ser ceh ketine ,û wê  dereng jî hişk bibin, Ji ber vê yekê patozan hîn dest bi kar nekirine”.

Her wiha welatiyekî bi navê “Ebid Şêxika ”

ew jî xwediyê patozekê ye,ji gundewarê Dirbêsiyê ye ji peyamnêrê me re axivî û anî ziman

:”Her sal di vê demê de,me bi dest bi  çinîna Ceh  kiribû bi taybet li herêma Devera başûrê Rojavayê parêzgeha Hesekê, Lê ta niha patoza min tevger ne kiriye,ji aliyekî ji sedema baranê û ji rexekî  dî  jî ceh paldaye û giyayên nû şîn hatine û bi ser Ceh ketiye,heke ev giya hişk nebe zahmete em çinînê zû bikin”.

Tê zanîn ku parêzgeha Hisiça Ya Rojavayê Kurdistanê weke Zembîla Xwarinê ye ya Sûriya ji ber ku zêdey nîvê berhemê Genim û Ceh û Nok û Nîsk û Pembo ji vê parêzgehê ye , û bi sedema Şerê dawî alozî û zirar hatin serê çotkaran û Keştûkal û çandin bi baş ve çû ..

Ragihandina ENKS ê

Elî Fetah .. Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.