المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bazarên Gerok li Qamişlo berdewamin di dabînkirina pêdawîstên xelkê ..

0 83

Li bajarê Qamişlo di rojên desnîşankirî de bazarên, gerok, yan jî bazarên, erebokan , lê tên danîn, û her bazarek navek lê tê kirin,

li gorî navê rojên heftiyê yê ku têde ew bazar tên veguhestin û ji taxekî ji bo taxekî tê guhartin, û ew bazar cihê xwe li nav taxan yan jî meydan û qade û kolanên fireh cih digirin,  û her roj li taxekî tê danîn, weku bazara yekşembê, bazara çarşembê,

Yes ji wan bazaran  ku li taxa ( Qenat El Siwês), tê danîn û bi bazara, pêncşembê, tê naskirin em  rawestiyan û zaniyariyên bihtir li ser vê bazarê me Šandin hev.

Ev bazareke gelêrî û kevinar e

bi dihê Salan li vê taxê hatiye avakirin,û herwiha bûye cih û mebesta xelkên vê deverê û hemû cûreyên alavan û pêdiviyên malan lê peyda dibin.

Û di derbarî vê mijara kirîn û firotina ku li vê bazarê tê kirin, firoşkarek bi navê

( Mehmûd), ji me re axifî û got : ” ev dih salên min e di bazara erebokan de karê firotina şînî dikim û tevgera xelkê di vê rojê de pir zêde dibe ku piraniya xelkên vê taxê û derdora wê û herwiha welatiyên hejar qesta vê bazara dikin, ta ew  pêdawîstiyên xwe bi nirxekî arzantir bikirin “.

û ji ber vê yekê û bi taybetî jin her roja pêncşembê ew berê xwe didin vê bazarê ji ber nirxê kerestên xwarinê û pêdiviyên malê û cil û bergan ji bazara mezin bi nirxekî arzantir tê bi dest xistên….

Raport :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.