المجلس الوطني الكوردي في سوريا

WELATIYÊ KURD YÊ WELATPARÊZ “ELÎ TENKO” SERBEST HAT BERNEDIN JI ALIYÊ ISTIXBARATÊ BI SER PYDÊ VE..

0 69

Îro welatiyê bi navê Elî Tenko Serbest hat berdan,  Ji roja yekşemê 31.1.2021ê,ew ji aliyê istixbaratê bi ser PYDê ve yên bajarê Dirbêsiyê hatibû binçavkirin.

li gorî zaniyariyan, birêz Elî Tenko ji nişteçiyên gundewarên bajarê Serê Kaniyê ye.

Û ji xaniyê xwe derneketibû piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve li ser bajarê Serê Kaniyê.

Di derbarê vê yekê de,çavkaniyeke taybet ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Birêz Elî Tenko yek ji nişteçiyên ku jidev xaniyê xwe berneda û di gundê xwe de ma bû.
Herwiha çavkaniya taybet got jî:

” navê Gundê Elî Tenko Til Sexer û ew gund hemû bi navê malbata Tenko tê nasîn û gundê wan dikeve ser riya bajarê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê û nêzîkî 10km dikeve rojhilatî bajarê Serê Kaniyê”.

Herwiha çavkaniyê taybet got jî:

“Birêz Elî Tenko hatibû serdana zarokên xwe bike li bajarê Qamişlo , Lê ji roja yekşemê dema istixbaratê bi ser PYDê ve, yên bajarê Dirbêsiyê li ser riya telefonê wî xwestin,lê li wê derê wî binçavkirin û  îro di roja pêncşemê 4.2.2021ê dê,wî serbest berdan “.

Hêjaye gotinê ku hemû nişteçiyên ku di nava xaniyên xwe de,mane yên herêmên Kurdistana Sûriya, yên hatine dagîrkerin ji aliyê Tirkiya û komên çekdar yên bi ser wê ve,li cem hêzên istixbaratê bi ser PYDê ve,daxwazkirîne û tewanbar in bi awayekî ne rewa.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.