المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI AMÛDÊ SEMÎNAREK BI NAVNÎŞANIYA (CIXAREKÊŞÎ Û BANDORA WÊ LI SER NIFŞÊ NÛ Û ZERERÊN WÊ) HAT PÊŞKÊŞ KIRIN.

0 66

Di roja çarşemê 3.2.2021ê ,Hevgirtina jinên kurd li Sûriya ya ofîsa Jinê û zarokan ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya rêxistina Amûdê bi hemahingiya Yekîtiya Jinên Kurdistan – Sûriya  semînarek bi navnîşaniya(Cixarekêşî û bandoriya wê li ser nifşê nû û zerarên wê) li ofîsa xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve,ji aliyê D.Zêdan El-seyid hat pêşkêş kirin.

Herwiha di semînarê de,D.Zêdan bi awayekî berfire rawestiya li ser mijarê û cûyerên nexweşiyan yên ji bo cixarekêşiyê bi Zelalmendî anî ziman û şirovekir.

Herwiha di semînarê de, bandoriya cixarekêşiyê û zerarên wê li ser civakê bi giştî û bi taybet li ser nifşên nû yên di temenê bicûk de heye,bi awayekî berfire hat şirovekirin.

Hêjaye gotinê ku ev karên mîna van semînaran têkeve xizmeta hişmendîbûna civakê û hemû malbat bi taybet bav û dayik zarokên xwe perwerde bikin li ser van mijarên bi nirx ji bo parastina wan û civakê bi giştî, ji hemû şêwe û karên xerab yên bê sûd.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.