Home / Civak / WELATÎKÎ KURD LI DIRBÊSIYÊ DI BÛYERA TIRAFÎKÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA.

WELATÎKÎ KURD LI DIRBÊSIYÊ DI BÛYERA TIRAFÎKÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA.

Welatiyekî kurd bi navê Se’îd Şêxo

diho bi Sedema Bûyereke Tirafîkê li Gundewarê bajarê Dirbêsiyê Jiyana xwe ji dest da .

Li gorî çavkaniyeke taybet , di roja înê 12.6.2020an de,bûyerek tirafîkê rûda li , li gundê Xasê ya kîkan ku dikeve başûrî bajarê Dirbêsiyê .

Gorî çavkaniyê , ew bûyer jî tirimbêlek e  hêzên lêşkerî li tirmpêlek e sivîl xist  ,û di encama wê de, Ajotvanê  tirimbêla sivîl jiyana xwe ji dest da.

Herwiha ew kesê jiyana xwe ji dest da, bi navê “Se’îd Mihemed Şêxo” ye ,   ji malbatek navdar e ji gundê Xasê ya Kîkan e.

Herwiha li gorî agahiyên taybet jî ku gihiştine me , tirimbêla lêşkerî gelekî bi lezatî  dihat ajotin û bi aliyê riya berevajî diçû , Ji ber vê yekê tirimbêla sivîl wê di riya xwe de ya rast diçû mala xwe , Lê mixabin tirimbêla lêşkerî berevajî û bi lez dihat û li tirimpêla sivîl xist.

Wek tê zanîn li herêma Kurdistana Sûriye hemû tirimbêlên lêşkerî pir bi lezatî  dimeşin û  bûyerên pir yên  tirafîkê bi wan re çêdibin û cihê gazinan in li cem xelkê herêmê..

Wêneya Se’îd Mihemed Şêxo

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About Raid Mihemed

Check Also

DIRBÊSIYÊ: 40ROJYA KOÇKIRINA EHMED DERWÎŞ ELMECDEL ENDAMÊ KOMÎTA XWECIHÎ YA PDKSÊ JI ALIYÊ RÊXISTINA DIRBÊSIYÊ VE YA PDKSÊ HAT VEJANDIN..

Di roja înê 23.10. 2020an de, katijmêr 3ê piştî danê nîvro, bi helkeftina bîranîna çil …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *