المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJANE ZEVIYÊ COTKARANLI KURDISTANA SÛRIYE TÊ ŞEWITANDIN..

0 77

Herdu rojên derbasbûyî, di rojên çarşemê û pêncşemê10û 11ey  heyva Hizêranê ,agirekî dijwar li herêma Kurdistana Sûriye li gundewarê Dirbêsiyê vêket, di Encam de bi hezaran donim ji zeviyê cotkaran ji Genim û ji Ceh hat şewitandin û zerereke mezin gihişte wan  .

Gorî Zaniyariyên gihiştine me  navê gundên zererbûyî  ku agir lê rûda ev in:

(Bîrkinês , Xatûna , Çolbesan , Sêgir , Xirbe Belik , cewzatê Seroxana , Til Dîk , Qereqî , Xas û Cinaziyê…….

herwiha yên bi ser bajarê Dirbêsiyê ve).

Herwiha gundên ku agir lê rûda çera sewalan bi giştî hat şewitandin.

Herwiha tirmbêlek ya agirkujê û terektorek çandiniyê jî hatin şewitandin.

Wêne ji Şewatê

Hêjaye gotinê ku jiyana xelkên herêma Kurdistana Sûriye pir bi ber zahmetiyê re  diçe ,  û kes li wan xwedî jî ta niha derneketiye,û zeviyên wan tevde reş û tarîbûye ji şewatê.

Ji xeynî kul û xemê xelkê ji bo debara jiyana wan di vê qonaxa zahmet de, ya ku lêreya Sûriye bê nirx bûye li hember nirxê dolar.

Di heman demê de, xelkên herêma Kurdistana Sûriye bangewaziya rêxistinên mafê mirovan yên cîhanî dikin, ji bo parastina mafên wan î mirovahî li gorî parastina mafê mirovan li cîhanê

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.