المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 4emîn ser Şehîdbûna Qehreman Iskan derbas dibe ..

0 65

Hêzên pêşmergeyên kurdistana sûriyê yên “leşkerê roj” , hêzeke kurdî ye  ji keç û xortên Rojavayî kurdistanê pêk tê,

di” 12″ ê Avdara” 2012  ” an,bi serpirştiya Serok “Mesûd Barzanî” hat damezirandin li Herêma kurdistanê, û ji destpêka sazkirina vê hêzê ta niha bi şanazî gelek pakrewan bûn qurbaniyê xaka pîroz ya kurdistanê.

Û herwiha yek ji wan pakrewanên pêşmerge ” Qehreman Iskan “, ku di” 12″ ê hezêrana “2016” an de, di encama şerê dijwar di navbera hêzê pêşmerge û rêxistina terorîst  Daîş, li Herêma kurdistanê canê xwe ji dest da û kir qurbanî ji bo parastina sînorê xaka kurdistanê, li devera Xazir li gundê Zehra Elxatûn.

Hin zanyarî ser vî Pakrewanî :

Nav : Qehreman Iskan
_Pile :Pêşmerge
_Jidayîkbûn :Amûdê
_Şehîdbûn :Xazir, gundê Zehra Elxatûn

Û herwiha Hêzên pêşmergeyên leşkerê Roj bi qehremaniya xwe bi roleke ber çev di şerê tevgerên terorîst de destanên dîrokî tomar kirin û dikarîbûn navê xwe di rûpela berxwedaniyê bineqşînin .

Û herwiha tê zanîn ku pakrewan Qehreman Iskan ji dayîkbûna Sala “1996 ” an, li gundê” Bila Zozana” bi ser bajarê Amûdê ve, û Iskan di nava patliyona 2  û di Fewcê Sê ya de cihê xwe digirt.

Û Di roja” 12/6/2016 ” bi merasîmeke geş ji aliyê milet û Partiyên siyasî û kes û Karê wî , pakrewan Qehreman li gundê wî bi axê hat spartin..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.