المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Welatî li Qamişlo gazindan dikin derbarê Nirxê pêdewistiyan di dema Koronayê de ..

0 66

Li seranserî kurdistana Sûriyê Qedexeya hatûçûnê berdewam e ji bo rêgirtinê li ber belavbûna Veyrûsa Koronayê,

û ji ber vê sedemê gelek bazirgan û dukandaran derfet dîtin ku nirxên hemû alav û pêdevî û kelûpelan buha bikin,

û ev yek bo cihê nerazîbûna welatiyan û êdî ew gelek zehmetiya dibînin di debara jiyana xwe ya rojana de.

Û herwiha hemwelatiyên bajarê Qamişlo yê kurdistana Sûriyê gazinên xwe dikin ji bo bilindbûna nirxan û di vê derbarê de malpera ENKS ê nerînên xelkên Qamişlo şhopand û her li ser vê mijarê welatiyek ji me re wiha anî ziman û got : ” Karê min yê rojane bû lê piştî vê nexweşiya Koronayê biryar hat standin ji bo Qedexeya hatûçûnê û ji vê yekê karê me hat rawestandin “.

û herwiha amaja bi wê yekê kir û got :” bandoreke mezin li me hatiya kirin li ser peydakirin û kirîna pêdeviyên jiyanê yên rojane ji sedema buhabûna nirxê hemû alavan , di vê rewşa aloz û zehmet de ti alîkarî ji me re nehatiya pêşkêş kirin”.

Û herwiha ji rexekî dî ve welatiyekî din ,li ser mijara bilind bûna nirxên kelûpelan, ji malpera ENKS ê re ragihand :”  Di vê dema niha de nirxê alavan pir bilind bûye , û xelk nikarin bikrin , û gelek malbat hejar in û di vê rewşa taybet de jiyan li wan zor bûye û di bin xêza belengaziyê de dijîn û nikarin tedbîrên jiyana xwe yê rojana bi dest bixin ji kirîna pêdewîstiyan û xwestekên malbatên xwe”.

û herwiha berdewam kir û got :”

gotina xwe em ji firoşkaran dixwazin di vê rewşê de alîkarbin bi milet re, de em bi karibin jiyana xwe bi rengekî baş derbas bikin”.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo.. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.