المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇOTKARÊN KURDISTANA SÛRIYE GAZINAN DIKIN JI BO ERZANBÛNA NIRXÊN GENIM..

0 65

Li gorî zaniyariyan nirxê genim ji bo hilberînê vê salê 2020an (1 kîlo genim bi 225 lêreya Sûrî ye ) hatiye bihakirin,ew jî genimê herî baş e, Ji aliyê rêjîma Sûriye û ji aliyê rêveberiya xweser ya bi ser PYDê ve.

ev tê wateya ku li gorî bihabûna nirxên dolar û xerciya li yek donimê zeviyên genim yê cotkar lê daye,pir erzan e û ji par erzantir e.

Di derbarê vê yekê de,çotkarekî ji gundewarê Dirbêsiyê bi navê

Mahmûd Hisên Mamê ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de ez Karim bêjim min jiyana xwe bi giştî di çandiniyê de derbaskiriye , Lê sal bi sal em xwezka xwe bi par tînin, li gorî nirxên berhemên zeviyên me”.

Herwiha Mamê axaftina xwe berdewam kir û got:

“Bi rastî dema wek hatiye xuyakirin nirxê genim yê îsal hatiye destnîşankirin (kîlok genim bi 225 leyreyê Sûriye)pir erzan e li gorî par û bihabûna nirxê dolar , Ji ber ku min û hin ji xwediyên zeviyên genim û hin ji karmendên çandiniyê me bi pênûsê û lênûsê bernamekiriye (bîrkarî)li gorî xercbariya donimek ji zeviyên genim gihiştiye( 57500 lêreya Sûriye) ev ji xeynî patozê”.

Herwiha Mamê anî ziman û got:

“Li gorî bihabûna nirxên dolar û pêdiviyên pêwistiya jiyanê ta cotkar karibin berdewamiya çandiniyên xwe bikin gerek bi kêmasî nirxê kîlok genimê îsal ji cotkaran bikirîn bi (400 leyreyê Sûrî)

Hêjaye gotinê ku li seranserî herêmên Kurdistana Sûriye cotkar bi giştî ne razînin ji nirxên genimê îsal , wek tê zanîn piraniya xelkên herêmê debara jiyana wan li ser çandiniyê ye , Û sal bi sal cotkar dikevin kêmasiyê.

Ragihandina ENKS
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.