المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Barzanî pîrozbahiya Mesîhiyan dike bi boneya Cejna Qiyametê ..

0 80

Birêz Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Nameke Pîrozbahiyê bi Cejna Qiyametê belav kir , û ev Naveroka wê ye :

Bi minasebeta hatina cejna Qiyame (Qiyamet) pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Mesîhî li herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim.
Hêvî dikim xwedê mezin îbadet û duayên we qebûl bike û di rewşeke xweş û aram de cejna xwe pîroz bikin.
Kurdistanê demeke dirêje ku navenda bihevre jiyana olî bûye û hikûmeta herêma Kurdistanê jî tekez li ser pêbendiya xwe bo parastin û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û etnîkî dike.
Ev cejna han hevdeme li gel belav bûna Koronayê û ew rewşa dijwar yaku rastî herêma Kurdistan û cîhanê hatiye, jiber vê yekê daxwaz ji welatiyên hêja dikim berdewam bin li ser pêbend bûn bi tedbîrên tendirostî yên bo xwe parastinê.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
11/4/2020

Leave A Reply

Your email address will not be published.