المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIRBESPIYÊ : XELEKEK GENGEŞEYÊ BI NAVNÎŞANEYA(MÎKANÎZMA KAR,AVAHÎ Û ERKÊN ENKSÊ) HATIBÛ LIDARXISTIN.

0 101

Di roja duşemê 14.2.2022an de,xwecihiya Tirbespiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd bi hevkariya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê xelekek gotûbêjê li ser avahî û karên Encûmena Niştimanî li baregeha xwecihiyê li bajarê Tirbespiyê lidarxist.

Herwiha gotûbêj li ser van çend xalên girîng bû :

1-Pêkhatin û pêkhateya niha ya Encûmenê û şiyana wê ya cîbicîkirina erkên ku jê re hatine destnîşankirin.

2-Nirxandina endamtiya encumenê di hevbendiyê de, û pêwîstiya mayîna wê.

3-Nirxandina peywendiyên encûmenê bi Herêma Kurdistana Iraqê re, û gelo ew kariye sûdê ji piştgiriya wan werbigire.

4-Nêrîna encûmenê di çarçoveyek rêxistinî ya sazî û bi bandor de û çi mekanîzmayên guncaw ji bo pêşvebirina encûmenê hene.

Herwiha mêhvanên beşdar li ser xalên ku di xelekê de, hatin behis kirin, xwedî nerîn û gotûbêjên giranbuha,û têbînî bûn.

Di dawiyê de, serokê xwecihiya Tirbespiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî dilxweşiya xwe anî ziman ji bo amadebûnan û têbîniyên wan ên bi nirx.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.