المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî serdana Nûnertiya Herêma Kurdistanê dike..

0 80

Roja sêşemê 15ê sibata 2022an, birêz Konk ko Joy berpirsê rewşa siyasî di şanda Neteweyên Yekbûyî de serdan bargeha nûnertiya Herêma kurdistanê ya ENKSê li Hewlêrê kir ..

Û herwiha ev şanda ji aliyê cîgirê serokê nûnerê birêz Hesen Derwîş ،Newaf Reşîd û Raman Mela, Ebdulezîz Welîka ve hate pêşwazîkirin bi hazirbûna M,Kamîran Haco ” Berpirsê ofîsa pewendiyên derve ya ENKS ê û M,Ibrahîm Biro ” berpirsê pewendiyên derve ya ENKSê ..

Û di vê hevdîtinê de babet û mijarên giring têde hatin gotûbêjkirin..

Her du aliyan di hevdîtinê de ser pêşveçûnên dawî yên Siyasî li Sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê gengeşekirin…

Û di derbarê vê hevdîtinê de endamên nûnerê behsa pirsgirêk û azarên penaberên Sûriyê yên li Herêma kurdistanê di warê perwerde, tendirûstî, xizmetguzarî, û aborî de kirin û pêwîstiya bi hewldan û alîkariya penaberan bi awayekî baştir ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekgirtî ve ..

Û herwiha bîrnameyek radestî şanda nûnertiya Neteweyên Yekgirtî hate kirin ku têde pirsgirêkên penaberan Sûriyê yên li Herêma kurdistanê dimînin …

 

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.