Home / Çalakî / XWECIHIYA TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA ASAYÎ YA HEYVA REŞEMEHÊ LIDARXIST.

XWECIHIYA TIL TEMIR CIVÎNA XWE YA ASAYÎ YA HEYVA REŞEMEHÊ LIDARXIST.

Encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir ya bi ser ENKSê ve,li navenda xwe di roja Çarşemê 16.2.2022an de, civîna xwe ya asayî lidarxist ya meha 2an .

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.

Di civînê de rewşa siyasî hat gotûbêjkirin, û dawî pêşhatên siyasî li ser dîmenên navdewletî, herêmî û navxweyî hatin gotûbêjkirin, bi taybetî giringtirîn sedemên rawestandina danûstandinên kurdî-kurdî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştimanî de.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin.
Her wiha civat bi dirêjî, li ser vejandina hemû helkeftên meha Avdarê rawestiya û di serî de bîranîna 43 saliya koça dawî ya bavê Neteweyî nemir Mela Mistefa Barzanî.

Di dawiya civînê de beşdaran hevxemiya xwe bi hemû girtiyên siyasî û medyayî yên di girtîgehên PYDê de, nîşan dan û di civînê de daxwaza azadkirina wan û hevxemiya civînê bi kanalên kurdî re kirin yê ku Rêveberiya PYDê ew girtin , û hat daxwazkirin ku ew kenal ji nû ve  werin  vekin .

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

About Raid Mihemed

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.