المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIRBE SIPIYÊ :PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ LI SÛRIYA SEMÎNAREK HEVPEYVÎNIYÊ LI DARXIST.

0 60

Di roja çarşemê 27.1.2021ê,de li ser vexwendina rêxistina rojavayê Qamişlo ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya,ofîsa rahênan û amedehiyê ya PYK-S pê radibe,armanceya wê guhdarîkirina nerînên baldaran û girtina sûdê jê .
semînarek hevpeyvîniyê di bin navnîşaniya (ENKSê Û Opozisyon) li ofîsa ENKSê ya Tirbe Sipiyê bi rêveberiya mamoste Bawer Mela Ehmed li darxist.

 

Herwiha pîştî rawestandina xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan mamoste Bawer Mela Ehmed,sazîkirina ENKSê û partiyên wê û serbixweyan da naskirin .

Herwiha Mela Ehmed,li ser ENKSê hin pirs kirin, di derbarê hilbijartina endamên serbixwe ji rêxistinên jinan,ciwanan û rêxistinên civaka sivîl , Hat diyarkirin ku ji destpêka ENKSê li ser bingeha lihevkirinê hatiye avakirin û ti bingav ji bo tevlêbûna partiya nehat danîn,

ji ber ku rewşa Sûriya bi ber xerabiyê diçû,ji ber vê yekê hin daxistin hatin kirin ji bo bighên armancek dirist.

Herwiha di derbarê mijarê de,hin pirs û nerîn hatin pêşkêş kirin ji aliyê beşdarbûna di derbarê sazîbûna rêxistinî ji ENKSê re.

Herwiha di dawiya semînarê de,spasiya hemû beşdarbûna hat kirin li ser pêşînyaran û çareseriyên hatin pêşkêş kirin.

Ragihandina ENKSê
Rapper:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.