المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞAXÊ KÊŞIKÊ YÊ BI SER XWECIHIYA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST.

0 51

Di roja çarşemê 27.1.2021ê de,şaxê Kêşikê yê bi ser xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ve, li navenda xwecihiya çilaxa ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxist.

Di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha bi beşdarbûna serokê encûmenên gundan û nûnerên partiyan.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa rêxistinî di derbarê wê de,rewşa hemû gundên bi ser vî Şêxî de,hat gengeşekirin, û li nerîn û daxwazên serokên encûmenên gundan hatin guhdarîkirin, û tekez bû li ser Pabendbûna beşdarbûna ji civatan re ,

û li ser rewşa aborî û civakî û tenduristî jî hat gengeşekirin ya ku herêm di qonaxek hestiyar de têde derbas dibe.

Û bandora bilindbûna nirxê dolar li beramberî lêreya Sûrî û bihabûna nirxên pêdiviyên jiyanê.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa siyasî,di derbarê wê de,civat rawestiya li ser qada Sûriya bi giştî û bi taybet li ser rewşa Kurdî
Herwiha civat rawestiya li ser rol û bandoriya rêveberiya Emrîkî ya nû li ser herêmê.
Herwiha di dawiya civatê de,spasiya serokên encûmenên gundan û yê şax bû li ser tevlêbûn û Pabendbûna wan bi çalakiyên xwecihiyê.

Wek tê zanîn şaxê Kîşikê yek ji çar şaxê bi ser encûmena xwecihiya pakrewan Nisredîn Berhik ve ye.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.