المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ :PARTIYÊN SIYASÎ Û CEMAWERÊN ENKSÊ SERDANA XWECEHIYA DIRBÊSIYÊ DIKIRIN Ji BO HER DU MAMOSTEYÊN VÊ DAWIYÊ HATIBÛN SERBEST BERDAN.

0 81

Pîştî her du mamosteyên hatibûn serbest berdan ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ve, li Dirbêsiyê di roja sêşemê 26.1.2021ê de,partiyên siyasî û cemawerê ENKSê serdana ofîsa encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve dikirin.

Wek tê zanîn mamoste Nîzameddîn Elîko û mamoste Cîhad Elîko di pêşandanê de,hatibûn binçavkirin ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ve.

Ew pêşandan hatibû amedekirin di roja çarşemê 20ê vê heyvê de, ji aliyê xwendekarên mamosteyên ku di 19ê vê heyvê de,hatibûn binçavkirin ji aliyê ewlehiya bi ser PYDê ve,û daxwaza serbest berdan mamosteyên xwe dikirin.

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.