المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TIL TEMIR : BI BONEYA ROJA CÎHANÎ YA MAFÊ MIROVAN RÊXISTINA TIL TEMIR YA PYKSÊ SEMÎNAREK LI DARXIST.

0 58

Rêxistina Til Temir ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye di roja pêncşemê 10.12.2020an de,bi boneya roja Cîhanî ya mafê mirovan semînarek li navenda Cegerxwîn li bajarokê Til Temir li darxist.

Di derbarê naveroka vê semînarê berpirsiyarê rêxistina Til Temir ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriye mamoste Behcet Şêxo endamê komîta navendî ya PYKSê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Rêxistina Til Temir ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya bi boneya roja Cîhanî ya mafê mirovan li bajarokê Til Temir li navenda Cegerxwîn semînarek siyasî li darxist.
Di destpêkê de,xulekek bê denge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet pakrewanên teqîna Til Temir rawestiyan.

Herwiha endezyar Ebdilsemed Mûsa nûnerê hêza civaka Kurdistanî ya rojavayê Kurdistanê semînar bi rê ve bir.

Herwiha mamoste Mûsa di derbarê axiftina xwe de,arîş û derdên gelê Kurdê Sûriya di destûrê Sûriya ,ji destpêka avakirina welatê Sûriya de,ya ku bi mafên xwe yî rewa şad nebû û hat dûrkirin û wek civakekê ango wek gelekî li ser axa xwe yî dîrokî dijîn nayê rêzgirtin anî ziman”.

Herwiha Mûsa daxwaz kir ji civaka navdewletî û opozisyona Sûriya û ji hemû bandoran ku bendek bingehîn ji bo mafê gelê kurdê Sûriya derbasî destûrê Sûriya yê bê bike.

Herwiha Şêxo anî ziman û got:

“Di dawiya semînarê de,beşdarbûna pirs kirin di derbarê civata gera 4emîn ya komîta destûrî û danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de”.


Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.