المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI DIRBÊSIYÊ BOMBEYEK DI NAV DESTÊN DU ZAROKAN DE TEQIYA…!!

0 67

 

Diho roja înê 11.12.2020an de,piştî danê nîvro li bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriya bombeyek di nav destên du zarokan de teqiya.

li gorî zaniyariyên taybet,di encama vê teqînê de, du zarokên ji malbatekê birîndar bûn ,piştre  yek jiyana xwe ji dest da û ya din jî birîndar bû û tê çareserkirin .

Û ew malbat jî dikeve taxa rojavayê bakurê bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûriya yê.

Di derbarê vê yekê de,cîranekî vê malbatê bi navê Mihemed ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman

:”li taxa me ya dikeve rojavayî bakurê bajarê Dirbêsiyê nêzîkî sînorê Kurdistana bakur e,du zarokên cîranê me hinek ji cîranan wan dîtin ku bi tiştekî dilîstin nêzîkî mala xwe û Kevir davêtin wî tiştî,û diya wan li mala xwe bû û bavê wan ne li mal bû,

lê kesekî nizanî bû ku ew tişta bombeye ku het ji nişkave bi wan hat teqandin”.

Herwiha cîranê wan got:

“Mixabin zaroka temenê wê 4salî jiyana xwe ji dest da û ya jê biçûk tir birîndar bû û anha li nexweşxaneya Qamişlo derman dibe û camên tirmpêla bavê wan hatin xwar ku li wir rawestiya bû “.

Hêjaye gotinê ku divê xelkên herêmê waneyê bistînin di derbarê vê bûyera xemgîn de,heta ku xelk li zarokên xwe miqatebin û wan fêr bikin û wan dûrî tiştên lîstokê biyanî bibin û wan biparêzin.

Ragihandina ENKSê
raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.