المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEVÎ ÇEWSANDINA ÇEKDARÊN PYDÊ LI QAMIŞLO LI DIJÎ REVANDINA ZAROKAN XWEPÊŞANDANEK HAT LIDARXISTIN.

0 80

Roja Sêşemê 7.12.2021ê de de, asayîşa PYDê hemû rêyên ku diçin navenda Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo girtin, ji bo rêgirtin li mangirtina malbatên biçûkan ku dixwestin xwepêşandanekê li dijî revandina zarokên xwe ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve li dar xînin .

Li ser banga malbatên biçûkan û çalakgerên li ser platformên medyaya civakî, li bajarê Qamişlo li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li taxa geştiyariyê (Siyahî), ji bo xwepêşandanekê lidarxînin.

Herwiha yek ji xwepêşandanan, ji malpera me ya ENKSê re anî ziman û got:

” Asayîşa bi ser PYDê ve, bi demjimêrekê beriya xwepêşandanê hemû rêyên ku diçin taxa geştiyariyê û ofîsa Neteweyên Yekbûyî girtin û da zanîn ku ji ber ku malbat nikarin li ber cihê diyarkirî kom bibin, van malbatan, ber bi rêya Hesekê ya li hemberî Nexweşxaneya Ferman ve bi rê ketin.

Herwiha çavkaniyekî taybet got jî:

” ku malbatan piştî kombûna xwe li ber nexweşxaneya Ferman bi beşdariya Partiya Yekitiya Kurdistan – Sûriyê û hejmarek ji siyasetmedar, çalakvan, nivîskar û rewşenbîran pankart hildan û têde revandina zarokên temen biçûk şermezar kirin, û daxwaz kir ku vegerin mal û dibistana ku cihê wan yê xwezayî ye.

Û amaje bi wê yekê jî kir ku tevî çewsandin û qedexekirina kişandina wêneyan, ji aliyê asayîşa bi ser PYDê ve, malbatan karîbûn xwepêşandanê lidarbixînin.

 

Û çekdarên PYDê M.Şems Enter, endamaYekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, girtin.

Di çarçoveyeke din de, çekdarên Yekîtiya Demokrat bi ser ofîsa televîzyona Rûdawê girtin û 6 karmend ku di nav wan de rêveberê ofîsê Fehed Sebrî û hunermend Seqaan Orkêş jî girtin.

 

Hêjayî gotinê ye ku Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî di sala 2019an de bi nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan û şerê çekdarî Vîrcîniya Xamba re plana pabendbûna bi dawîkirin û nehiştina leşkerkirina zarokên di bin 18 saliyê re îmze kiribû, û bikaranîna wan di çalakiyên leşkerî de.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.