المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Termê xebatkar Xalid Meşayîx gihîşt Herêma Kurdistanê

0 61

Îro roja sêşemê 7ê berçileya 2021″an, termê xebatkar ” Xalid Meşayîx ” ji welatê Elmaniya gihişta Herêma Kurdistanê bi rêya deriyê sînorê yê Ebrahîm Xelîl ji aliyê encûmena niştîmanî û partiyên siyasî ve hate pêşwazîkirin û biryar e sibe roja çarşemê termê wî were veguhestin ji bo kurdistana Sûriyê û li goristana ” Qidûrbek “bi xakê were spartin…

 

Û herwiha hêjaya ronahiyeke ser kurtjiyana Xebatkar ” Xalid Meşayîx ” …

Xebatkar û têkoşer “Xalid Elmeşayîx” ji dayîk bûna sala 1937an ” li bajarê Dêrikê yê kurdistana Sûriyê, kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer û ji kesên pêşî de yên tevlî nava refên Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya bû, ji dema damezrandina partî de , ji bo serkirdayeta partî di wî demî de hate hilbijartin, û piştre wek endamê komîteya rawêjkariya PDK-S hate hilbijartin..

 

herwiha di kongirê yekbûnê de bi navê kongira niştîmanî de beşdarbû bi serperiştiya ” Mela Mustefa Barzanî” sala 1970an ….

 

Û herwiha ji bo xebata “Meşayîx ” ya netewayî çendîn caran hate girtin ji aliyê rêjîma Sûriyê…

 

Û ji rexekî dî ve piştî serkirdayeta partî zinara Erebî red kir Xebatkar ” Meşayîx ” di gel hejmarek ji hevalên xwe hatin girtin ji aliyê rêjîma Esed ve û 8 sala di zindanên rêjîmê de man…

 

Lê ev yek nebû kelem li pêşiya rawestandina kar û xebata ” Meşayîx ” ya kurdayetî û netewayî û niştîmanî de her di têkoşîna xwe de berdewam bû ji bo doza Azadiya kurdan…

 

Û herwiha di 3 ê Berçilya 2021″an ” li welatê Elmaniya Xebatkar ” Xalid Elmaşayîx” çû ber dilovaniya xwedê …

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo… Hêvî Delî û Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.