المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BELAVOKÊN KU LI DIRBÊSIYÊ HATIN AVÊTIN GEFAN LI ÇALAKVANAN DIKE.

0 56

Roja Duşemê 6.12.2021ê, di derengiya şevê de, komek ji nenasan li bajarê Dirbêsiyê li navenda bazarê, li kuçeyan û malên xelkê belavok avêtin

Herwiha jêderekî xwecihî ji malpera me re ragihand, ku kaxizên ku li ser wan peyvan bi erebî nivîsandine“Êdî dema hesabê xayînan e” û wergerandina bi kurdî jî hatiye nivîsandin.

Wek tê zanîn, li gorî daxuyaniya ENKSê, di şeva Înê 3.12.2021ê de komek çekdarên rûgirtî êrişî ofîsa Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê kirin.

Li bajarê Hesekê, encûmenê girûpên ser bi PYDê ve bi wê yekê tometbar kir ku li pişt wê bûyerê ne, di daxuyaniya encumenê de behsa lêpirsînên asayişê yên li ser malbatên Pêşmergeyên Roj jî hat kirin û di daxuyaniyê de hat gotin: Endamên Encûmenê û alîgirên wan hîn jî tên revandin, lêdan, û ji aliyê van grûpan ve bêrêzî û tehdîdên wan ên berdewam bi kuştin û sirgûnkirina malbatên Pêşmergeyên Roj tê kirin û daxwaz ji wan kirin ku zextê li zarokên xwe bikin ku ji rêzên Pêşmerge derkevin.

Di vê çarçoveyê de, Polîsên Leşkerî yên bi ser PYDê ve, îro danê sibê li bajarê Dirbêsiyê dest bi helmeteke girtinê kir û têde xortan bi awayekî bêserûber ji bo leşkerkirina neçarî kirin armanc.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.