المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Tevgera Ciwanên Demoqrat civîna xwe ya asayî li darxist..

0 82

Tevgera Ciwanên Demoqrat îro roja şemiyê 16ê Tîrmeha 2022an, civîna xwe ya normal li bajarê Qamişlo li darxist û ev yek bi amadebûna Hevrêzê giştî yê Tevgerê û endam û nûnerên xwecihiyên di nava Encûmenê de …

Û Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

Û piştre di naveroka vê civatê de babetên Siyasî û rêxistinî hatin gotûbêjkirin..

Bi giştî hevrêzê giştî yê TCD M,Hemza Ismaîl “ser bûyer û pêşhateyên herî dawî yên siyasî ser qada kurdî li kurdistana Sûriyê û herwiha çawaniya pêşxistin û aktîvkirina çalakiyên tevgerê û xurtkirina rola ciwanan di nava cemawer de bi taybet di vê qonaxa hestiyar de ku milet têde derbas dibe li Rojavayê Kurdistanê de gengeşekir …

Û piştre M,Cunêd” bi awayekî berfireh derbarê rewşa siyasî û rêxistinî û kongirê encûmenê anî ziman..

Û ji rexekî din ve hemû beşdaran nerîn û pêşinyarên xwe danaxuyakirin derbarê li darxistina kongirê encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya ENKS ê ….

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.