المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Elmaniya ya PDK-Sê beşdarî şîna siyasetmedar ” Elî Qazî ” bû …

0 78

Rêxistina Elmaniya ya partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, roja pêncşemê 14ê Tîrmeha 2022an, beşdarî şîna siyasetmedar û xebatkarê kurd ” Elî Qazî” kir ..

Û herwiha gotina rêxistina Elmaniya ya bi ser PDK-Sê ji aliyê Birêz ” Fewaz Bêcirmanî ve hate pêşkêşkirin….

Û tê zanîn ku roja yekşemê 10ê Tîrmeha 2022an, li bajarê Bonê yê Elmaniyayê siyasetmedar û xebatkarê kurd ” Elî Qazî” kurê serokê komara Mihabadê pêşewa Qazî Mihemed koça dawî kir …

Û ku siyasetmedar ” Elî Qazî” ji daykbûna sala 1933an li bajarê Mihabadê ya Rojhilatê kurdistanê ,û di dema bavê wî pêşewa Qazî Mihemed komara Mihabadê ragihandin sala 1946an, temenê wî 13 salî bû ..

û piştî çend salan ji rûxandina komara kurdistanê berê xwe da Elmaniyayê û li wir bi cîh bû..

Û herwiha di vê dema dawiyê de berê da Herêma kurdistanê ,lê ji ber têkçûna rewşa wî ya tendirustî careke din berê xwe da Elmaniyayê…

Û di 10ê Tîrmehê de Elî Qazî di temenê 89 saliya xwe de li bajarê Bonê yê Elmaniyayê koça dawî kir…


Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.