المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE SERKIRDE YA YEKÎTÎ KURDISTANÎ SERDANA KONSULXANEYA ALMANYA YA LI HEWLÊRÊ KIR.

0 87

Şandeke nûnerên Herêma Kurdistanê yên Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê, serdana baregeha konsulxaneya Almanya li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê kir.

Şanda Yekîtî Kurdistanî, ji du endamên komîta siyasî ya partiyê, M. Ibrahîm Biro û M. Newaf Reşîd pêk dihat.

Herwiha şand ji aliyê Konsolosê Giştî Krlîmênis Sîmtinîr ve, hat pêşwazîkirin.

Herwiha di hevdîtinê de, behsa pirosesa siyasî li Sûriyê, zehmetiyên li pêşiya karê Komîteya Destûrî û ne cidiyeta cîbicîkirina biryarên navdewletî kirin.

Herwiha di hevdîtinê de, rewşa meydanî ya navçeyên Kurdî bi taybet bi sedema metirsiyên Tirkiyê û gefên wê bo ketina navçeyên nû û tirsa koçberbûna niştecihên herêmê û rewşa dijwar a aborî û ewlehiyê û binpêkirinên berdewam ji aliyê Rêveberiya PYD ve hatin gotûbêjkirin.

Herwiha behsa wê, yekê hat kirin ku Almanya heta çi radeyê dikare alîkariya penaberên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di warê perwerdeyê de ku hejmara wan zêdetirî 250 hezar penaberan e.

 

Jêder:Yekîtî Mediya

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.