المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Tevgera Ciwanên Demoqiratî ,serdana encûmena xwecihiya rojavayî Hesekê kir ..

0 92

Di roja yekşemê “10”ê, cotmeha, “2020”, şandek ji Tevgera Ciwanên Demoqiratî ,serdana encûmena xwecihiya rojavayî Hesekê ya bi ser encûmena niştîmanî kurdî li sûriyê kirin .

Û herwiha şanda tevgera ciwanên Demoqiratî ji her yek M,”Hemaza Ismaîl “, hevrêzê giştî yê tevgerê.
M,”Cinêd Seyd Mecîd ” Berpisê ofîsa pêwendiyên derve.
M,”Behzad Murad, ” berpirsê ofîsa rêxistinî.
M,”EbdElrehman Hesam” berpirsê rêveber di desteya serkirdayetê de pê hat .

Û herwiha ev şand ji aliyê serokê xwecihiyê ve hatin pêşwazîkirin û bi xêr hatina wan hat kir.

Û di derbarî vê hevdîtinê de M,”Cinêd Seyd Mecîd ” berpirsê ofîsa pêwendiyên derve, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:
” Ku herdû aliyan di vê hevdîtinê de li ser bûyer û pêşveçuyên dawî yên siyasî di qada Sûriyê de bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê de baş rawestiyan .

Û herwiha ji rexekî dî ve herdû aliyan li ser encamên danûstandinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de derbarî Yekrêzî û Yekhelwesta kurdî anîn ziman”.

Û herwiha M,”Cinêd ” gotina xwe berdewam kir :

” ku ev civat hate li darxistin bi  hevkariya ofîsa pêwendiyên derve ya Tevgerê bi encûmenên xwecihiyan re yên bi ser ENKS ê ve, derbarî çawaniya pêxistina rola ciwanan û herwiha pêwîstiya piştevaniya wan di nava encûmenê de taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku milet têde derbas dibe di Kurdistana sûriyê de”.

Û herwiha di dawiyê de Tevgera ciwanên Demoqiratî wêneyê Bavê neteweya kurd Mella Mistefa Barzanî diyarî encûmena xwecihî Rojavayê Hesekê kirin.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.