المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI TEVGERA CIWANÊN DEMUKRAT SERDANA OFÎSA ENCÛMENA XWECIHIYA BAJARÊ AMÛDÊ Û HESEKÊ KIRIN.

0 106

di roja şemiyê 10.10.2020an de,şandek ji TCD bi serokatiya hevrêzê giştî yê TCD mamoste Hemze Isma’îl, berpirsiyarê rêxistinî mamoste Behzat Murad,berpirsiyarê pêwendiyan mamoste Cinêd Seyid û berpirsiyarê ofîsa aborî mamoste Ebd-elrehman Husam serdana ofîsa encûmena xwecihî ya herdû  bajaran kirin li Amûdê û li Hesekê yên bi ser ENKSê ve .

Herwiha şanda TCD hatin pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiya Amûdê birêz Mihemed Omer Şêxmûs û endamên xwecihiyê.

Di derbarê vê yekê de,hevrêzê giştî yê TCD mamoste Hemze Isma’îl ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Îro me wek TCD serdana ofîsa encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve kir.

Armanc ji vê serdana me pîrozbahiya vekirina ofîsa xwecihiya bajarê Amûdê bikin û piştevaniya hemû xwecihiyên bi ser ENKSê ve bikin.

Ji ber ku em xwe dibînin beşek ji ENKSê ya ku xwedî piroja neteweya Kurdî li Sûriya ye”.

Herwiha Isma’îl got:

“Me di vê serdana xwe de da xuyakirin em wek TCD çi kar û xebat ji me were  xwestin em hazirin û şopandina me ji nûnerê me yî di xwecihiyan de û sekinandina me li ser kar û xebata wan û piştevaniya wan jî li gorî kar û xebata xwecihiyan bikin”.

Herwiha şanda TCD wêneyê bavê netewrya kurdî Barzaniyê nemir bi logê TCD diyarî encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve kirin.

Herwiha her du şandan hin mijarên giring jî gengeşe kirin û kêfxweşiya xwe jî dan diyarkirin li ser van serdanên giring.

Berî Serdana Amûdê di roja şemiyê 10.10.2020an de,ev şandek ji TCD serdana encûmena xwecihiya rojavayê Hesekê ya ya bi ser ENKSê ve kiribû .

 

Herwiha şanda TCD hatin pêşwazîkirin ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Xelef Emînakê û endamên xwecihiyê.

Di derbarê naveroka vê serdanê de,serokê xwecihiya rojavayê Hesekê ya bi ser ENKSê ve, mamoste Xelef Emînakê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di derbarê vê serdanê de, me her du aliyan nerînên xwe dan xuyakirin.

Bi taybet ev TCD li ser rêbaza Barzaniyetê ye, û me tekez kir li ser giringiya piştevaniya saziyên ciwana,ji ber ku ew jêderê hêzê û çalakiyan e ji bo têkeve xizmeta kar û xebata ENKSê , Ji ber vê yekê divê em hemû piştevaniya wan bikin”.

Herwiha Emînakê got:

“Em her du alî li ser rewşa siyasî jî rawestiyan bi taybet li ser danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê,

û pêwistiya berdewamkirina van danûsitendinan ta derxistina gelê Kurdistana Sûriya ji vê rewşa xerab bi zerarekî kêm derkevin ,

Bi taybet karê rêveberiya PYDê ku kiriye û berê gelê Kurd ber bi cihekî ne diyare bi taybet ji xwendinê(perwerde),lêşkeriya neçar û ji bilî ku karên anîn serê rêveberiya tevgera kurdî, wek girtin û veşartin û revandin û sergonkirina wan ji dervî welat”.

Herwiha Emînakê got jî :

“hat gengeşe kirin li ser giringiya hevrêzîkirina di navbera hemû pêkhatinê ENKSê ji bo pêşketina karê sazîbûnê,û rahênankirina ciwanan ji bo hazirkirina tevlîbûna rêveberiyek nû piştî ancamên ji danûsitendinan”.

Herwiha şanda TCD wêneyê bavê neteweya kurdî Barzaniyê nemir bi logê TCD diyarî encûmena xwecihî ya rojavayê bajarê Hesekê ya bi ser ENKSê ve kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.